'Ez pereyan naxwazim'
Penaberê Afgan ê bi navê Beşîr Ramazani anî ziman ku pişî DYA'yê mudaxaleyî Afganistanê kir di sala 2008'an de ji neçarî koçî Tirkiyeyê kir û wiha got: "Ez ewil li Wanê bi cih bûm. Pişti erdheja Wanê ez hatim Edeneyê. Pîşeyê min ê rastîn mamoste û rojnamegerî ye. Ez bavê 3 zarokan im. Heta niha ne rayedarên Tirkiyeyê û ne jî rayedarên Neteweyên Yekbûyî li min xwedî derketine. Ji ber ku destûra xebatê tune ez nikarin bixebitim. Heta niha tu alîkariya aborî jî nedame min. Dema ji bo nexeşiyan ez diçim nexweşxaneyan jî ji ber ku sîgorta min tune ez nikarim derban bibim. Ez ji dewletê û Tayip Erdogan dibêjim ka emê çi bikin. Ez ne alikariya pereyan, alikariya kar dixwazim. Ez dixwazim kar bikim û bixebitim. Ji bo ku ez pêdiviyên xwe yên mecbûrî pêk bînim min xwest 20 karton çixare bifiroşim. Lê dema min çixare li navçeya Yuregirê firotin. Lê kartonen min ên çixarê ji destê min girtin û ceza li min birîn. Niha ji min milyonek pere dixwazin. "
Daxwaz qebûl nakin
Penaberê Afgan Newroz Alî Îsmail (39) ku bavê 4 zarokan jî da zanîn ku piştî koçî Edeneyê kir û şûnde rewşa wan pir xerab bû û wiha got: "Li taxên Sariçamli, Hakancilar, Dervîşler, Ozgur, Atakent û Affetê yên Yuregîna Edeneyê nêzî 450 welatiyên Afgan dijîn. Rewşa hemû Afganan wek hev e. Destûr nadin ku em bixebitin. Alîkarî jî nayê dayîn Em nikarin biçin nexweşxaneyê jî Em nikarin heqê ceyran û ava xwe jî bidin. Di bêriya min de 100 TL heye. Lê ji bo Çekapê 600 TL ji min dixwazin ez dê çawa biçin nexweşxaneye."
Rêveberê ÎHD 'a Edeneyê Osman Kara jî piştî serlêdana paneberan diyar kir ku Waliyê Edeneyê daxwaza alîkariyê ya Penaberan qebûl nekiriye. Kara anî ziman ku heta niha 50 serlêdan girtine û piranî alîkariya hiqûqî û çareseseriyê xwestine.
DÎHA/EDENE