Malbata El-hac Ebdulqadir Mehemed 10 kes in (6 kur û 4 keç), ji bajarê Reqayê ne. Li mezreyeke biçûk a derdora bajar diman. El-hac Ebdulqadir çandinî û sewalxwedîkirine malbata xwe xwedî dikir.
Piştî ku despêka sala 2014’an çeteyên DAIŞ`ê bajarê Reqa dagir kirin, kul û belayan xwe ji ser malbatê neda alî. Gefa terikandina malê li wan xwarin, kurê wî yê li sedemê pirsî mehekê hat zindanîkirin. Destûra çêrandina sewalan nedan wan û malbat dawiya sala 2014’an gundê xwe bi cih dihîele diçe Reqayê.
Lê zilma DAIŞ´ê bela xwe ji wan berneda, bi ser de jî serjêkirina welatiyan dike ku ew ilelah bikin. El Hac dibêje, hevalekî wî yê di nava DAIŞ´ê de cihê xwe girtî jê re gotiye: “Ji bo ku hûn ji tadeya çeteyan xilas bibin, yan hûnê tevlî wan bibin yan koçber bibin”. Ha ev jî wî û malbata wî neçar dike ku koçber bibin û sala 2016`an li Girê Spî hewara xwe bigihîne QSD´ê, da ku Reqayê rizgar bike û ew jî li mal û erdên xwe vegerin.
ANHA / GIRÊ SPÎ