1'emîn Lijneya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li salona Alkadrazê di roja duyemîn de, didome. Di kongreyê de komîsyonên hatibûn avakirin raporên xwe xwendin û biryara avakirina partiya nû dan. Komîsyona rêxistinê diyar kir ku tovê wan çandî zîl daye û di 6 mehê ewil de xwe nas kirin û binav kirin û dê di 6 mehên duyemîn de ji xwe bi rêxistin bikin.
Di salona kongreyê de pankartên "Bi kongreyê ber bi aştî, wehkevî û azadiyê", "Ji wekîlên girtî re azadî û ji girtina partiyan re na", "Ji gelan re azadî ji baweriyan re wekhevî, makeqanûneke demokratîk û azad", "Ji jinan re mafê nûnertiya wekhev" û "Mafê perwerdehiyê yê zimanê zikmakî û zanistî yê bê pere" hatine daliqandin. Dûh bi xwendina raporên komîsyonan nîqaş dom kir. HDK'ê der barê xebatên pêşerojê, komîsyonên xebat û rêxistinê, komîsyona rêziknameyê, pêşniyar û daxwazan de nîqaşên xwe berdewam dike. Di beşa îro de Komîsyona Makeqanûnê, Komîsyona Rêxistinê, Komîsyona Ekolojiyê, Komîsyona Meclisa Giştî û komîsyonên din raporên xwe pêşkêş kirin.

Makeqanûneke demokratîk
 
Prof. Dr. Gençay Gursoy jî anî ziman ku ji bo makeqanûna demokratik divê hemû çepgir û bibin yek û helwesta xwe nîşan bidin. Gursoy, da zanîn ku hikûmet dixwaze li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe makewanûnê saz bike û wiha got: "Dixwazin ser pirsgirêka Kurd bi erzanî bigirin. Lê divê vê carê ne wisa be û mafê hemû kesan bê parastin. Ji bo makeqanûna demokratîk divê em tev bibin yek. Di nîqaşan de qet behsa Brêz Ocalan û tecrîda li ser wî nayê kirin. Divê di makeqanûna nû de statuya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Brêz Ocalan jî cih bigire.

Xwezayê wêran dikin
Li ser navê Komîsyona Ekolojiyê jî Satilmış Beşkavak, axivî û anî ziman ku sermayedar dixwazin çandiniye tek bibin û xwezayê weran bikin. Beşkavak, destnîşan kir ku dixwazin çandiniyê tune bikin û wiha axivî: "Sermayedar ji bo zerarê bidin têkoşina azadiya Kurdan xwezayê wêran dikin. ekolojiyê wêran dikin. Ev polîtîka hilweşîn û wêrankirinê ye. Divê em li dijî avakirina HES'an li gund bajar û navçeyên Akliman / Akkuyu û gelek cihên Tirkiyeyê ku santrolên din ten avakirin civinan bi gel re çêkin û li dijî vê yekê gel hişyar bikin. Dîsa divê li hemberî wêrankirna xwezayê, valakirina gundan û daristanê welatiyan ronî û bi rêxistin bikin. 


‘Ocalan muxatab e’
Li ser navê Meclisa Gişti jî Ender İmrek, wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di 19'ê mijdara 2011'an de yekemîn civîna meclisê pêk hat. Pişti vê civînê xebatên derve hatin meşandin. Di çarçoveya kampanya "Ji bo ked, aştî, azadî û edaletê tu jî dengeki derxe" hatin meşandin. Di rojeva me ya sereke de komkujiya Roboskiye doza Hrant bû. Divê Tirkiye rast nêzî salvegera anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê bibe û pirsgirêkê li ser bingehê aştî û azadiyê çareser bike. Divê dîsa Ocalan û BDP'ê muxatab bigire û bi rêya diyalog u muzakereyan pirsgirêkê çareser bike. Îmrek da zanîn ku wan tovek çand û tavê avêtin axê zildaye. Îmrek , diyar kir ku tovê wan çandî zîl daye û di 6 mehê ewil de xwe nas kirin û binav kirin û dê di 6 mehên duyemîn de ji xwe bi rêxistin bikin. Lijneya Gişti bi xwendina raporan berdewam dike.

DÎHA/ENQERE




Divê Dadgehên bi Rayeya Taybet rabin


Li ser navê Komîsyona Makeqanûnê Yildiz Îmrek axaftina ewil kir û diyar kir ku di vê pêvajoya makeqanûna nû de HDK ji bo makeqanûna demokratîk dixebite. Îmrek, da zanîn ku ew dixwazin berî her tiştî astengî û qedexeyên fikr û ramanê, qanûna TMY'ê bên rakirin û pêşniyarên xwe wina rêz kirin: "Em wekî komîsyona makeqanûnê; divê ji bo hemû xebatan mafê girevê yê sendikayan bê dayin. Divê bi lezgîn parlamenterên girtî serbest bên berdan. Divê qanûna TMK'ê bê rakirin. Divê ji bo her kesî û her qadê mafê nûnertiya wekhev bê dayin. Divê zanist, çand û huner azad be. Divê hemû civakên ku li Tirkiyeyê dijîn bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin. Divê av bê pere be û mafê rahinadinê bê dayîn. Divê xweseriya Demokratik bê qebûlkirin. Divê bila dersên olî yên bi zorê bên rakirin. Divê rêgeza darizandina adîlane pêk bê. Divê Dadgehên bi Rayeya Taybet rabin. Divê zanist, çand û huner azad be. Divê YOK û RTUK bên rakirin. Divê mafê tenduristî û perwerdehiya bê pere bê dayîn."