Çapemeniya cihanê cih da zext û zordariya li Tirkiyeyê di dema hilbijartinê de û ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê îşaret bi rola diyarker a HDP’ê û dengdêrên Kurd kir.
Qenala yekê ya Elman, ARD’ê bi wesîleya mîtînga HDP’ê ya li Mêrdînê cih da nihêrînên hilbijêr û namzetên parlamenteriyê.
Di nûçeyê de nihêrînên namzetê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar û namzetê Suryanî Tûma Çelîk hatin weşandin.
Mîthat Sancar diyar kir, heger HDP ji bendê derbas bibe, AKP wê serweriya xwe ya li meclîsê ji dest bide, lewma zextê li hilbijêran dike. Namzetê Suryanî Tûma Çelîk jî got, rayedarên dewletê hem eşkere û hem jî sergirtî gefê li hilbijêrên HDP’ê dixwin.
Ma li ser dengê Kurdan
Versiyona înternetê ya kovara Time a Emerîkî jî di nûçeya xwe de bal kişand ser bêedaletiya di hilbijartinan de û ji bo encama hilbijartinê îşaret bi rola diyarker a HDP’ê kir.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku Erdogan û AKP niha 90 ji sedî yê medyayê kontrol dikin û hate bibîrxistin ku saziya çapemeniyê ya dewleta Tirk TRT´ê di navbera 1-25’ê Gulanê de 31 saet û 25 deqeyan di weşana xwe de cih daye Erdogan, di heman demê de bi kêliyekê jî cih nedaye Selahattîn Demîrtaş.
Kovarê ragihand ku Kurd, çepgir-sosyal demokrat, lîberal û gelek beşên din ên civakê ji aliyê Erdogan ve weke dijber tên nîşandan û destnîşan kir ku Erdogan hemû mixalefet kiriye yek. Di nûçeya kovarê de hate gotin, heger HDP ji benda ji sedî derbas bibe, ev yek wê bibe xwedî roleke diyarker.
Di nûçeyê de ji bo dengê Kurdan pênaseya “Afirînerê Kral” hate kirin ku tê wê wateyê, wê bi dengê Kurdan diyar bibe bê kî wê bibe desthilatdar. Time destnîşan kir, heger HDP ji bendê derbas bibe, di tûra duyemîn de wê dengên hilbijêrên Kurd diyarker bin.
Seferberiya ji bo parastina sindoqan
Yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê Le Figaro jî da xuyakirin ku ji bo dek û dolab di dengdana roja Yekşemê de neyên gerandin, partiyên siyasî, komele û gel karekî berfireh dikin.
Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku mîna dema referandûmê wê pisûlayên bê mohr jî lê bin û hate gotin, nêzî 30 baro wê parêzerên xwe li navendên dengdanê wezîfedar bikin ji bo çavdêriyê li sindoqan bikin. Di nûçeyê de wekî din hate gotin, wê çavdêrên navneteweyî jî hilbijartinê bişopînin.
Le Figaro bal kişand ser biryara rejîma AKP’ê ya ji bo guhertina cihê hin navendên dengdanê û destnîşan kir ku HDP’yî vê yekê weke hewldana astengkirina hilbijêrên xwe dibîne.
Le Figaro da xuyakirin, ji ber metirsiya li ser dengdanê partiyên mixalefetê Platforma Hilbijartinê ya Adil ava kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN