Die Grunen di hilbijartinên 7´ê Hezîranê de banga destekkirina HDP´ê bi awayekî eşkere kir û di hilbijartinên 1´ê Mijdarê de jî banga xwe ya destekkirina HDP´ê ducarî kirin.
Vê hestiyariya di Partiya Keskan de diyar e tesîra xwe li rêxistina ciwanan a heman partiyê Grune Jugend jî kiriye. Rêxistina Grune Jugend a eyaleta Niedersachsenê (Saksonya Jêrîn) 18 mehê di civîna xwe ya giştî de deh biryar eşkere kirin û ji van didu elaqedarî tevgera azadiya Kurd bûn. Di yekê ji wan de di bin sernavê „Piştgiriya bi Rojava re“ desteka ji bo xweseriya demokratîk a li Rojava tê ragihandin di ya din de jî êrîşên li dijî HDP´ê tên şermezarkirin û piştgiriya bi tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê re tê ragihandin.
Desteka Grune Jugend ji modela Rojava re
Derbarê mijarê de em berdevkê Die Grune Jugend Marcel Duda re peyivîn. Duda da zanîn ku weke Grune Jugend ji mêj ve ew derbarê Kurdan, tevgerê demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn de piştgiriya xwe didin zanîn. Duda îşaret pê kir ku ew ji Partiya Keskan cuda, giraniya xwe didin ser modelên alternatîf ên li dijî DAIŞ´ê tên bipêşxistin û Rojava jî di vê peywendê de modeleke ku dixwaze civakê li ser esasên demokrasiya yekser a li cihê cih bi rêxistin bike. Duda bi kelecan dibêje, „ev jî ji bo me gelekî balkêş e, lewma hewl dide civakan bi rengekî ku bêhtir tevlî siyasetê bibin ava dike“.
Di ser YXK re agahdar dibin
Li ser pirsa ka gelo têkiliyê xwe çawa bi Rojava re datînin û çawa xwe agahdar dikin, Marcel Duda got,têkiliyên wan bi Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) re hene, wan bi hev re çalakiyên agahdarinê elaqedarî Rojava organîze kirine. Bi riyan gelek semîner û panelan û têkiliyên bi aliyan re ew xwe agahdar dikin. Ew her weha bi ciwanên Tirk re jî peyivîne ji bo ku li helwêstên dijber jî hayil bbin.
Piştgirtina HDP´ê
Li ser elaqeya wan ji bo hilbijartinên 1´ê Mijdarê jî berdevkê Grune Jugend ê Saksonya Jêrîn Marcel Duda dibêje, ew hilbijartinan ji nêz ve dişopînin, destekê didin hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê û piştgiriya HDP´ê dikin. Duda hêvî kir ku hilbijartin di atmosfereke demokratîk de derbas bibin, êrîşên li dijî HDP´ê yên bi destê DAIŞ´ê jî bi bîr xistin û got, divê di atmosfera hilbijartinan de ti kes netirsaya ku wê êrîşên bi vî rengî pêk werin. Weke sedema destekkirina HDP´ê jî Duda got, bi destekkirina HDP´ê mirov dikare pêşî bigire li sîstema serokatiyê ya Erdogan ku kapasîteya demokratîk a gelên Tirkiyeyê sînordar dike.
LUQMAN GULDIVÊ