HDP hêviya we ye
Nûnerê Elewiyên Ewrûpa Turgut Oker ku li Stenbolê ji Herêma 3’yan di rêza pêşî de ji HDP’ê namzet e, li Hambûrgê beşdarî panêla Navenda Çanda Elewî bû. Di panêlê de Berdevkê KCDK-E’yê û ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewrûpayê ya HDP’ê Yuksel Koç jî amade bûn.
Namzetê HDP’ê Turgut Oker got, HDP xîtabî hêvî û daxwazên Elewiyan dike û ji Elewiyan xwest destekê bidin HDP’ê. Oker diyar kir ku 24’ê Hezîranê wê çarenûsa Tirkiyê diyar bibe û got, “Di avakirina Tirkiyeya nû de HDP jî wê hebe.”
Oker got, li Ewrûpayê gelek ciwan guh nadin siyasetê û got, teqez divê ew xwe bigihînin wan. Oker her wiha bang kir ku her kes ji bo serketina HDP’ê bixebite. ANF/HAMBUL