Nunertiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP)’ê ya Başûrê Kurdistanê li Hewlêrê li ser êrişên dewleta Tirk a li ser Bakûrê Kurdistanê û partiya wan bi partî û rêxistinên Başurê Kurdistanê re komcivînek lidarxist.  

Doh seat 11:00’an li Otela Çar Çira nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê li gel hemû aliyên siyasî û civakî yên Herêma Kurdistanê li ser rewşa Bakûr, êriş û zextên li ser HDP’ê komcivînek li darxist.

Di civînê de piraniya partî û saziyên civakî amade bûn. Di civînê de Tevgera Azadî, KNK, PYD, YNK, Goran, PDK, Bizûtneweya Îslamî, PDK-Î, Hizba Zehmetkêşan, Partiya Komunîst û berpirsê partiya Aşuriyan û gelek aliyên din cihê xwe di komcivinê de girtin.

Hemû alî di civînê de êrişên dewleta Tirk a li ser Kurdan bi yek dengî şermezarkirin. Di komcivînê de bi rêyên dîplomatîk ên ku zextê li ser dewleta Tirk bike, hat nîqaşkirin.

Civîn, 2 saet û nîv domand. Hemû aliyên beşdarê civînê bûn pêşniyar û fikrên xwe yên di derbarê çareseriyê de anîn ziman. Di civînê de biryar hate girtin ku komîsyonek were derxistin, ev komîsyon jî encamnameya komcivînê radestê sefaretxaneya Yekîtiya Welatên Îslamî û Neteweyên Yekbûyî bike. 


 HEWLÊR