Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd, dildar û kedkarên Kurdî bi van gotinan pîroz kir: “Cejna Zimanê Kurdî, li gelê Kurd û li dildar û kedkarên Kurdî pîroz be! Berxwedan ziman e; Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!” HDP’ê bi bîr xist ku Kovara Hawarê ya hejmara xwe ya yekê 15’ê Gulana 1932’yan derxist, “di gelek meydanên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî” û got, “Cejna Zimanê Kurdî, li hemberî polîtîkayên bişaftinê hişmendî; li hemberî zext û qedexeyan berxwedan; li hemberî tinekirinê xwedîderketina ziman, çand û kelepûra Kurdî ye. Di Cejna Zimanê Kurdî de em careke din banga bilindkirina têkoşîna ji bo ziman û çanda Kurdî dikin. Kurdî, zimanê bi milyonan Kurdan e, lewre divê wek zimanekî fermî bê qebûlkirin, naskirin û qedexe û astengiyên yasayî hemû bên rakirin.” HDP’ê îşaret bi girîngiya berxwedana ji bo ziman jî bi van gotinan kir: “Li hemberî polîtîkayên bişaftinê, berxwedan ziman, ziman berxwedan e. Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd pîroz be ku bi sedsalan e li dijî hemû zext û zordariyan li zimanê xwe xwedî derdikevin û dek û dolab û pîlanên serdestan hemûyan pûç û serûbin dikin.” NAVENDA NÛÇEYAN