Roja hilbijartinan jî êrîş û şîdetên dewleta Tirk ên li ser HDP´ê kêm nebûn.

Komên endamên AKP-MHP’ê li Stenbol û Enqereyê li dijî avahiyên HDP’ê êrîş pêk anîn. Di êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Umraniye de 11 kes di avahiyê de asê man.

Komên ku endam û hevkarên AKP MHP’ê ne, li navçeyên Sultangazî, Esentepe, Sultanbeylî, Umraniyê li dijî avahiyên HDP’ê êrîş pêk anîn. Disa li dijî avahiya HDP’ê ya Navçeya Keçîoran a Enqereyê jî êrîş pêk anîn.

Komên nijadperest li taxa Gazî ya Sultanazî girseya HDP’ê ku pîrozbahî pêk anîn rastî êrişa polîsan hat. Di pîrozbahiyê de polîsan bi ava şid û bombeyên gazê mudaxale kir.

Polîsên Tirk li Mêrdînê êrîş birin ser HDP’yiyan

Li Mêrdîn û navçeyên wê, polîsên Tirk bi tankan êrîş birin ser HDP’yiyan û gelek kes destgîr kirin. Li qereqolê jî êşkence li welatiyan hate kirin.

Li navenda sûka Nisêbînê jî girseya gel li hev civiyan, lê hêzên çekdar ên Tirk bi tankan ajotin ser gel.

Li navçeyên Mêrdînê di dema pîrozbahiyên serketina HDP’ê de zêdeyî 10 kes hatin destgîrkirin. Li Qoser û Nisêbînê gel herikî kolanan û dest bi pîrozbahiyê kir. Polîsên Tirk jî gelek caran êrîş birin ser gel.