Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî qeyyûman deklarasyonek amade kir û banga hilbijartina pêşwext kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ev deklarasyon xwend. Di nava xisûsên bi deklarasyonê eşkere kirî de ev ên li jêr jî hebûn:

  • Modela me ya domokrasiyê bi feraseta demokratîk, ekolojîk azadiya jinan pêk tê û di heman demê de modeleke gerdûnî ye ku bi pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev pêkan dibe.
  • Desthilatdar qanûnan tine dihesibîne û ji bo rejîma qesrê mayînde bibe polîtîkayên tayînkirina qeyûman bi kar tîne û ev tê wateya serdestiya zilamekî û ‘Rejîma Tayînkirinê’.
  • Rewşa Awarte mayînde dikin, sazîbûna rejîma qeyûman pêk tînin û ger li vê polîtîka bê temaşekirin, tifaqa AKP-MHP’ê dê bikaranîna hêza îqtîdara navendî ve dê rayeya hemû şaredariyên ku qadên wan ên polîtîk û rantê sînor dike ji destê wan bigirin û bikin parçeyek ji qesrê.
  • Li gelek aliyan nihêrînên ku HDP bila ji parlamenê û şaredariyan vekişe derdikevin pêş.

Divê neyê jibîrkirin ku HDP’ê destketiyên heyî ewqas bi hêsanî bidest nexistine. Herî zêde jî rejîma qesrê ya zordest dixwaze em ji vê asta ku bi saya berdêlên giran em gihiştinê, vekişin. Her çiqas qada siyaseta demokratîk gelek hatibe tengkirin jî, gelan dît ku ger em bi hev re tevbigerin, em dikarin bi ser kevin. Heger di vê mijarê de kêmasiyek hebe, ew jî xwedîderketina kêm a li van destketiyan e. Berpirsyariya vê jî di serî de ya me û piştre jî ya her kesê li dijî vê rejîma qeyûm bêdeng mayî ye. HDP amade ye ku ji îro û pê ve bêhtir bi rola xwe ya pêşeng rabe.

  • Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê xwedî potansiyaleke wisa ye ku dikare xerabiyê zêde bike û li erdnîgariyên din jî belav bike.

Em bang li hemû muxalefetê dikin ku li dora vê daxwaza hilbijartina pêşwext bibin yek û bikevin nava tevgerê.

Li dijî hemû zext û ferasetan faşîst, em weke HDP’ê bi vî ruhî û vê hişmendiyê tevahiya hemwelatiyên xwe yên ku dibêjin demokrasî, aştî û edalet, partiyên muxalefetê yên li meclisê û yên li derveyî meclisê hemûyan, saziyên civaka sivîl, sendîka û yekîneyên pîşeyî û komeleyên demokratîk hemûyan vedixwînin piştevaniyeke aktîf û banga têkoşîneke hevpar û tifaqa demokrasiyê li wan dikin.”