Rêxistina HDP'ê beriya hilbijartinên rêveberiyên cihî yên ku wê  31'ê Adarê pêk bên, li gelek bajar û navçeyan namzetên xwe diyar dike. HDP´ê doh li gelek bajaran sindoq danîn û delege çûn ser sindoqan. Rêxistina HDP'ê ya Amedê 4 jê navendî bi giştî li 7 navçeyan sindoq danîn da ku namzetên hevşaredariyên navçeyan diyar bike. Bernamzet beriya hilbijartinê xwe didin naskirin û projeyên xwe bi delegeyan re parve dikin. Piştre delege diçin ser sindoqan û namzetên xwe diyar dikin.

Li navçeyên Sûr, Farqîn, Bismil, Baxler, Peyas, hevşaredar wê bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Li navçeyên Pîran, Gêl, Çunguş, Hanî, Hazro, Kocakoy, Çinar, Erganî, Peyas û Çermîkê jî dê rêxistinên bajar û navendî namzetên hevşaredariyê diyar bikin. HDP, li bajarên din jî sindoq danîn û pêşhilbijartina ji bo namzetan li wan hat kirin.

 

 NAVENDANÛÇEYAN