Karsazê Kurd Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kuştin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Karsazê Kurd, Savaş Buldan û hevalên wî yên ku bi texsiya sipî a Toros hatin revandin û hatin kuştin, bi tevlîbûna malbat, xizm û nûnerên HDP'ê li navçeya Avcilarê ya Stenbolê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, hevalên Buldan û xizmên wan li ser gorên wan ên Avcilarê bi merasimêkê ew bi bîr anîn. Di merasimê de pankarta "Ne Toros, ranger û SÎHA, çareseriya demokratîk" hate hilgirtin.

Birayê Savaş Buldan Necdet Buldan diyar kir ku 24 sal berê 3 birayên wan hatin revandin û wiha got: "Bûyerên ku 24 sal berê pêk hatin îro dîsa dubare dibin. Ev nîşan dide ku bi awayekî zelal dijminatiya Kurdan dikin. Goristanên li Bedlîsê vekirin û cenaze revandin. Dest danîn ser gorên zarokên Kurdan. Em ê ji bo şehîdên xwe bi serbilindî bijîn.’

Savaş Buldan û hevalên wî di sala 1994'an de li Yeşîlkoy a Stenbolê ji aliyê kesên bi maşîneya spî ya Torosê ve hatibûn revandin. 2 rojan paşê cenazeyên wan hatibûn dîtin.

STENBOL