MURAT MANG / BIELEFELD


Hunermendê Kurd Hozan Dilgeş bi kilamên xwe yên wekî “Mûxtaro, Biçûkê Canê, Çiyayê Bagokê, Hayde hayde partîzan” di nava Kurdan de pir berbelav e. Çendek berê ji ber nexweşiya şekir her du lingên wî hatibûn jêkirin. Piştî emeliyata bi daxwaza wî  li bajarê Saarbrücken pêk hat, ji dermankirinê hat nexweşxaneya Städtische ku li bajarê Bielefeldê ye. Li wir hezkiriyên wî, ew tenê nehiştin. Pêr jî Gerînendeyê Giştî yê rojnameya me Ahmet Yucedag, şanoger Zeki Guneş û welatparêzên Kurd li nexweşxanê çûn serdana wî.  


Ji heyecana xwe kêm nekiriye

Salên 90´î kilamên Hozan Dilgeş li ser zimanê Kurdan bûn û bi kilamên wî qada çalakiyan geş dibû. Ev hunermandê ku bi kilamên xwe coş û moral dida gelê xwe, niha jî tiştek ji heyecana xwe kêm nekiriye. Tevî ku her du lingên wî hatine jêkirin, moral dide ziyaretvanên xwe û ji wan re dibêje: “Hûn ji min hez dikin ku heta hatine wir. Ji bo hezkirina we spas dikim. Li Kurdistanê her roj xort û keçên me şehîd dibin , ma du lingên min çûne, çi ye. Ew canê xwe ji me re dikin gorî.”

Ji quntarên çiyayê Kurdistanê heta Ewrûpayê

Kilamên wî ne qedexe nas dikir, ne jî dagirkerî. Ji quntarên çiyayên Kurdistanê heta kolanên Ewrûpayê dengên wî bi şoreşê re belav dibû. Çi welêt çi xerîbî nesekinî û ji bo şoreşê kilamên nû çêkirin. Hozan Dilgeş bi rêya rojnameya me ji hezkirî û guhdarên xwe re wiha peyivî: “Ji gelê Kurdistanê re silavên xwe rêdikim. Ne mûhîm e ku du lingên min ji min kêm bûne, her roj em şehîd didin, ez ji wan ne bi qîmettir im.”

Dem ev dem e

Hozan Dilgeş ku bi xwe jî Êzîdî ye,  ji bo gelê Êzîdî jî ev bang kir:”Gelê Êzîdî her tiştî bi çavên xwe dibînin. Her tiştî dizanin. Divê di refên Tevgera Azadî de cihên xwe bigirin. Êdî bes e. Dem dema serkeftinê ye. Dem dema berxwedana bi şer e. Dem ev dem e. “      

Ev mîratê nexweşî…

Dilgeş 14 salî dest bi hunerê dike û 20 saliya xwe jî dielime ku li sazê bide. Hozan Dilgeş her çiqas di salê dawî de aktîf hunerê pêk neyîne jî, her dilê wê ji bo huner û şoreşê lê dide. Dilgeş dibêje ku dema ku hunermedî dikir demeke cuda bû û bi hunermedên şoreşger re cîhaneke din mimkun e. Hozan Dilgeş herî dawî wiha axivî: “Serê min mişt kilam in. Bi dehan kilamên ku min ji bo şoreşa Rojava, Kobanê û Şengalê nivisandî hene. Lê ev mîratê nexweşî nehişt ku ez bistrêm. “ 


Hozan Dilgeş kî ye?

Hozan Dilgeş di sala 1952´an de li bajarê Merdînê di malbateke Êzîdî tê dinê. Kaseta xwe a yekemîn di sala 1978 de çêkir. Di vê kaseta xwe de rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: “ma qey bindestî para meye.” 

Kaseta wî ya duwemîn di sala 1979´an de û sisiyan jî di sala 1980´an de derdikevin. Di kaseta xwe ya sisiyan de bala gel dikşîne ser Rojhilatê Kurdistanê ku di bin zilma Xumeynî de dinale û dibêje:“Xum xum Zumeynî, tu xwîna Kurda dimijî.”

Hozan Dilgeş piştî darbeya faşîst a 12 Îlonê berê xwe dide Ewrûpayê. Li wir jî di nav HUNERKOM´ê de cihê xwe digire û xebatê xwe didomîne.