Sedsaliya Sykes-Picotê jî bihurî, ev peymana bi dizî "ji bo pirsgirêkên sedsalekê" hatibûn sêwirandin; ka em binihêrin bê ma gelo wê çiqasî din jî bikudîne. Bi her halî, ew di warê netewe dewletên li serê miletan kirî bela de weke berê nikare dewam bike. Li Sûrî û li Iraqê rewşa heyî îşaret bi vê dike. Lê belê di nava Kurdan de rewş û ehwal çi ye, gelo ew ê di nava xwe de vê Sykes-Picotê çi qasî bidin dewamkirin? Ji bo vê jî ez ê bi tenê behsa meseleya Sêmalka bikim da ku ez bi xwe jî lê serwext bibim û belkî em hevdu pê bihizirînin.

Li aliyê Rojava Sêmalka û li aliyê Başûr jî Pêşxabûr, navê deriyekî sînor e ku li gorî qanûnên navneteweyî nîne. Ango sedema vekirina vî deriyî ew bû ku di serdema Iraq a Sedam de ji bo Başûr rêyek ber bi Sûriyê ve ve be û hingê, ev derî fermî bû û piştî sala 2003´yan ev derî hat girtin. Niha ev derî piştî Şoreşa Rojava ji nû ve hat aktîfkirin. Lê belê li aliyê Pêşxabûr derî gelek caran bi biryarên siyasî hat girtin û vekirin. Mesela pêşî ji bo pêleke koçberiyê bide der derî hat girtin û paşê hat vekirin, da ku di rojekê de bi hezaran kes derbasî Başûr bibin. Amadekariyê vê operasyonê hingê di ser çapemeniya PDK´ê re hatibûn birêvebirin û miletê Rojava ji bo terikandina erdên xwe hatibû teşwîqkirin.

Piştre jî derî li gelek pêdiviyên Rojava ên mîna aş, jenerator, maşînên tibî û heta dermanan kêfî dihat girtin û vekirin. Herî dawî piştî operasyona serketî ya Şedadê û devera Şehbayê derî ji nû ve bîla sedem hat girtin. Nûçe belav bûn û derket holê ku  rayedarên PDK´ê ji bo ENKS´ê dawa hatina gumrikê ya % 50 dikin. Kesî jî ji xwe nepirsî ev gumrika çi ye? Rayedarên deriyê sînor li aliyê Rojava dan zanîn ku ew ti gumrikê nastînin, ji ber wê jî nîvê gumrikê û timamê gumrikê û hîça gumrikê hemû sifireke glover e. 

Lê tu ji kê re dibêjî. Ne têgihiştineke Kurdistanî, ne neteweprestiyeke hişk, ne jî asabiyeteke eşîrî hebû li aliyê Pêşxebûr ê sînor. Ango bîr nedibir, eziyetê li miletê xwe, li eşîra xwe (gelek eşîrên li aliyê Başûr li Aliyê Rojava jî hene) dikin, wan mexdûr dikin. Ti na… Illeh em dijmin in û em ê bi bereya Tirkiyeyê re tevbigerin. Ango ew sînorên ji bo pirsgirêkên sedsalekê afirandî heke biya PDK´ê wê hîn sedsaleke din jî bikişînin. Mala xwedê ava êdî raya giştî ya Kurd û Dewletên Yekbûyî Yên Emerîkayê jî dikarin zextê li vî aqlê ecêb bikin da ku êdî bi benê Enqerê ve her xwe girê nede.

Ew deriyê ku hebû nebû, li gorî çapemeniya PDK´ê hîç nehatibû girtin, doh bi manşetên heman çapemeniyê "vebû". Çawa çêbû, çi bû? Derî bi şert vebûye, aliyê Rojava jî dibêje, ecêb e, şert nedanîne ber me danîne ber xwe: şert ew e ku gumrik neyê stendin! Li aliyê Sêmalka gumrik nayê stendin, li aliyê Pêşxabûr tê stendin, ango gelo PDK´ê ev şert daniye ber xwe!?

Bi her halî ev manovrayeke taktîkî a mecbûrî diyar e. Operasyona serketî ya eskerî ya rizgarkirina Minbicê, helîkopterên sînor her roj bi hêsanî derbas dikin û zexta DYE´yê diyar e ku kiriye PDK siyaseta xwe revîze bike. ENKS daxuyanî daye xebero pêşmergeyên xwe naşîne Ezazê. Kes napirse tê bişînî Ezazê çi, çima xelk tê ji te vê dixwaze! Bi serê xwe sosret û sosirmeteke mezin e ev yek. Lê dîsa jî, şert û merc jî zorê bidin wan, heke ji şaşiyê vegerin xêr e û belkî ne bi aqlê wan lê belê bi zora derve jî be, rêke rast a siyasetekê deynin ber xwe ya ku berjewendiyên neteweyî nexe tehlûkeyê û Sykes-Picotê li bin guhê erdê bixe.