Di vê şerê de yên ku li hev dixin ne hêzên leşkerî ne. Erê rast e, fîşek diteqin, bombe diteqin, çek radibin ser milan, bi her amûrên şerê ve dengê pevçunan ezman digirin, yên ku ew fîşeqan diteqînin cilê wan cilê leşkerî ye, evana hemû diyar e, li ber çavan e, lê hêzên esas, ya ku serkeftinê misoger bike, ew hêz ne leşkerî ye. Ji ber ku me di serî de jî got, ev şer di dîroka însanetiyê de şereke bêmînak e. Di her şerî de hêz muhîm e, lê di encama vî şerî de hêzên diyar nikare bi serkeve. Mercên hebûn û nebûn jî bi vê yekê encam nade. Em dîsa werin li ser pirsê xwe... Gelo kî he bibe, kî nebûnê tam bike? Ka çi hebe, çi tune be? Gelo çi fikr hêz û quweta xwe wenda bike, çi fikr û raman ji bo însanetiyê wek hêviyeke safî bibiriqe.
Îro wer xuya dike ku DAİŞ bi hêz e. Çek û silahên xwe yên giran ve quwetê xwe gelek e, pirr e. Ji DAİŞ'ê re li hemû dinyayê wek baranê şervan dibare. Ne tenê ev jî, pare heye, petrol heye, her çiqasî xwe xuya nekin jî Tirkiye jî di nav de çend desthilatdarên dinyayê li pişta wan e. Ango hêzên DAİŞ'ê yên veşartî, ji hêzên wî ya xuyangê mezintir e. Tanq li destê wî, top li destê wî ye. Ji her tiştî wêdetir jî, "tirs", ango "tirsandin" di destê wî de hêzeke herî mezin e. Tenê bi ser xwe navê wî jî însanan ditirsîne, direvîne. Ruçikê wan hewilnak, tevgerên wan tijî xewnereşk e. Ka em werin hezên ku li himberî wî DAİŞ'ê têdikoşin e... Ew hêz, wek safî, wek ayan tenê hêzên Kurdan e. Taybet jî hêzên Rojava ne. Ew jî tenê hêzek e. Yekîneyên Parastina Gel û heman tevger, Yekineyên Parastina Jinan e. Ango jin û xortên Kurd, yên ku li ser vê dinyayê xêynî gelê xwe ne xwedî hezekî ne. Li destê van hêzan xêynî çekên sivik tu sîlah û amûrên şerê tunîn e. Yên ku li wê warê dijîn, ango kesên sivîl, kes ji wan natirse, ji ber ku ev hêzên ku em qala wan dikin, kes natirsîne. Tirsandina însanan di birdoziya wan de nîn e.
Ruçikên wan biken, tevgerên wan li ser pîvanên dilnizmiyê rû daye. Di van rojên dawî de DAİŞ'ê bi çekên herî giran ve li ser Kobanê fîşek û guleyan dibarîne. Gund û çiyayên Kurdistanê di bin teqîneyên DAİŞ'ê de dinale, nalinal e. Li pişta YPG û YPJ'ê kes nîn e. Alîkarî ji cihekî, kes çavê xwe nazivîrîne û lê nanêre. Lê dîsa jî, bi hişmendî, bi zanyarî, bi bawerî û bi her awayî însan dikare bêjê, di vê şerê de Kurd dê bi serkeve. Ji ber ku xwezahî ya vê şerê, li ser hebûna Kurdan bikilîd e. Ji ber ku ev şer, ne tenê şerê hêzan e. Ev şer şerê hebûn an jî nebûna mirovahî tevda ye. Di vir de DAİŞ, bi derfetên desthilatdaran ve di nav rewşeke şûmîtiyê de ye, lê Kurd di asta nebûnê de serê xwe rakiriye, teqez rê ya wê li ber hebûnê ye...
Hebûn an jî nebûn
Wekî William Shakespeare gotiye, "Hebûn an jî nebûn, temam mesele ev e..." Îro jî şer hatiye, xwe ji vê astê re gihandiye. Asta hebûn û nebûnê. Ev şer, ne şereke asayî ye. Vêcar encama şerê, bi her awayî hebûn an jî tunebûn e. Ji ber ku, ew bûyerên ku li Rojhilata Navîn vêcar diqewimin, temam di dîroka însanetiyê de bêmînak e. Tu ji kîjan alî ve dinêrî binêre, dîroka însanetiyê ji nû ve xwe dinivîse. Pênûs, kaxiz, war û merc nû ye. Lê mijara meraqdarbûnê ew e ku, ka gelo kî he bibe, kî nebûnê tam bike? Ka çi hebe, çi tune be? Ka çi fikr ji dîroka însanetiyê wenda be, çi fikr û raman wek stêrkek ronahî û hêvî bibe ji paşeroja mirovahiyê re?