Raffiq biharan hez ji mehelê dike , “gava ku rê ji ber barana Nîsanê reş dibiriqin... hingê ew vediguhere galaksiyekê”

JAMALTUSCHICK*

Li ser romana Karosh Taha a bi navê “Im Bauch der Königin (Di zikê melîkeyê de)”, ji weşanên DuMont îsal derçû û 250 rûpel in.

Qûma li peravê weke “zûrikê derewîn e”. Mirov qewlê xwe datînin ji bo “şahiyên sahîlan”; bi awayekî skeptîk tevî kêfeke biraştinê yan di ser dîmenziyonên xwe re tê bicihkirin. Ji bo hevalên Raffiq, yên ku têgihiştina wan qismê yekê yê vegotinê diyar dike, erotîk di nava cilûbergan hemûyan re diteyise. Raffiq bi Amal re xwe digihîne wê qonaxa herî jor a di zikhev de heliyanê. Ew ji xwe diçe li ber bêhna şervaneke di veguherîna reqibiyeke bi qîmet û hêja de.

Sanye û Younes weke hezkiriyên hev gelekî darîçav in. Konstelasyon hemû di asta herî jor de ne. Her yek ji wan taqet û bêhna xwe dihêle ji bo gavavêtineke jiyana mezinan.

Hîna rûtîna dibistanê lê ye. Diçin antremana boksê, li ser asfaltê bi basketbolê dilîzin, destûra xwe ya ajotina erebê distînin li cem Rolf û li bareke nargîleyê dicivin. Hema hema bi awayekî veger jê nebe, neqeba di navbera wanên ku hebûna xwe li cihê xwe misoger dikin (hebûnên di kevalê de) û ewên ku wê biçin – Ewên ku dikarin li meydanên lîstikê li derveyî herêma xwe xeyal bikin.

   

Shahira û Refîq

Raffiq dilketiye dayika Younesî a bi navê Shahira, ew jî veqetandiye ji bavê Younesî. Ev mêrê berê, restoranekê dişixulîne. Karakterê Jamal ê bi ezamet xetên wî diyar, dike ku ew di nava komê [çeteyê] de bimîne. Ev tîpê îdeal ê ji old-school ê ji Galaksiya teqereq û teqereqtir, careke din malbatek damezrandiye. Di romanê de ew nûnerê wan hizran e ku hêja ne mirov lanetê li wan bibarîne.

Di beşa diduyê de Amal a bi navê Rapunzel navê xwe hildide, bêjera çîrokê ye. Ew îstgehên otobusan, dikanên kîosk, buroyên şertgirtinê û qumarxaneyên li deverê qeyd dike. Xeribî di nava xelkê de ye, û heta zarok û ciwan jî jiyana dapîr û bapîrên xwe yên li [welat] mayî ji perspektîfa tehtîlê nas dikin, wê hesta transît a dêûbavên xwe dewam dikin. Enerjiyên xwe ew di mekanên bi awayekî dîrokî kêm li wan miqate bûne, xerc dikin. Têkçûyiyên mordernbûnê yên pêr li wan mekanan di hezarsala bihurî de ketine ser hev.

Raffiq, Amal û Younes di nava jiyaneke rojane de ne ku li gorî şert û mercên Elmanî, koçberiyeke lehimkirî ye. Nirxên ji civaka ew jê hatine li aliyekî dihelîn, li aliyê din metna desthilatê ya Elmanên lêzêdekirî marjînal dibe.

Raffiq biharan hez ji mehelê dike , “gava ku rê ji ber barana Nîsanê reş dibiriqin... hingê ew vediguhere galaksiyekê”.

Karosh Taha [nivîskara romanê] bêjereke jîr e di koçberiya bipêşketî de. Ev yek bi îdîaya wê re ya dibêje, ew wêjeyeke koçberan naafirîne, ne nakok e. Taha behsa rewşên Elman dike. Ew xetên bereyan û keviyên sînoran ji ber digire û dîsa xêz dike, em behsa wan xetan dikin ku pirranî xwe jê vedide da ku wan di bîra xwe de negire.

...

Weke kurdekê Shahira di bin wesayeta cemaeteke etnîk diyarkirî de ye ku ji gelek rewşên hindikahiyê qaîdeyên aîdiyetê şirove dike, û ew nikare xwe li wan kerr û kor bike bêyî ku bê cezakirin.

Nivîskar kî ye?

Karosh Taha sala 1987’an li Zaxo hatiye dinê. Ji sala 1997’an ve ew li herêma Ruhr dimîne. Romana wê ya yekê “Beschreibung einer Krabbenwanderung (Terîfkirina gereke kevjalwarî)” sala 2018’an ji weşanên DuMont derçûbû. Kanalên WDR3 û COSMO wê şanoya deng a romana wê wê îsal biweşinin.

* Ev nivîs ji ber nivîsa Jamal Tuschick a di der Freitag de ya di beşa Freitag-Community de doh weşandî hat girtin; ev wergereke kurtkirî ya wê nivîsê ye.