
Li Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, Kurdên ku ji tu hêzan ve nedihatin hesibandin, ne li aliyê rejîmê ne jî li aliyê muxalefetê sekinîn. Wekî hêzek siyemîn û çareseriyê xwe binav kirin. Kurd, bi vê siyaseta xwe ya ku ji şer û pevçûnan dûr dixe û hêza xwe esas digire, roj bi roj pêş ketin. Hem ji şer dûr rawestiyan hem jî bi rêbazên aştiyane rêveberiyên bajarên xwe bidest xistin, her wiha dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin. Dîsa di warê yekîtiyê de jî pêngavên girîng avêtin û bi vê yekê re wekî hêzek derketin holê û hatin qebûlkirin. Lê her ku rêveberiyên xwe ava kirin û hinekî din nêzî azadiyê bûn, hewldanên dewlet û hêzên ku ji hebûna Kurdan jî aciz in, ketin nava hewldanên astengkirina vê yekê.
Rêbazên zirav
Di vê çarçoveyê de, destpêkê nuçeyên wekî, "Kurd li Sûriyeyêyê perçebûyî ne, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girêdayî PKK'ê ye, piştgiriyê dide rejîmê" hatin belavkirin û hem hêzên cuda hem jî hinek derdorên Kurdan ev yek wekî hincet nîşan da û xwestin mudaxeleyî herêmê bikin. Lê piştî ku PKK'ê diyar kir ku tu hêza wan li wir tuneye û hemû hêzên Kurdan jî di encama tifaqekê de Desteya Bilind a Kurd ava kir, ev plan vala derketin. Bes hewldanên li hemberî Kurdan ranewestiyan û riyên cuda hatin bikaranîn. Li aliyekê hate xwestin ku di nava siyaseta Kurdan de duseriyê derxînin û li hemberî derve hêzek perçeyî bê nîşandan, li aliyê din hinek hêzên ku ji çete, diz û kontrayan pêk tên hatin bikaranîn.
Çend mînakên vê planê yên berbiçav wiha dikarin werin rêzkirin: Desteya Bilin a Kurd wekî îradeya herî jor tê zanîn. Ev deste li qada navneteweyî jî wekî nûnera Kurdan hate pejirandin û hevdîtin hatin kirin. Yek ji van hevdîtinên herî girîng jî daxwaza hevdîtinê ya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ereban El Exder Îbrahîm a bi Desteya Bilind re bû. Lê hinek hêz ketin dewreyê û beriya ku hevdîtin pêk bê, xwestin her derdorek Kurd cuda hevdîtinê çêbikin. Di serî de ji Îbrahîmî xwestibû ku bi PYD'ê re hevdîtinê pêk bîne, lê rayedarên PYD'ê diyar kir ku nûnera wan Desteya Bilind. Li ser vê yekê hinek derdorên din ên Kurd xistin dewreyê û bi Îbrahîmî re hevdîtin hate kirin.
Êrîşên komên çekdar
Piştî vê hewldanê, di demeke ku Sûriyeyêyê û Artêşa Hur agirbest îlan kiribû de, li Heleb û Efrînê êrîşên li ser Kurdan zêde bûn. Di 25'ê cotmehê de komek çekdar xwest bikeve Taxa Eşrefiye ya Helebê ku piraniya wan Kurd in. Lê yekîneyên parastinê destur neda. Di heman rojê de hêzên rejîmê tax topbaran kir û di encamê de 15 welatiyan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di 26'ê cotmehê de jî koma çekdar dîsa ket Eşrefiyeyê. Vê carê şêniyên taxê heyetek ava kir û xwest ku bi koma çekdar re hevdîtinê pêk bîne. Lê komê diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye destê xwe li ser vê yekê bi hezaran kesan meş lidar xist. Lê koma çekdar girse gulebaran kir û 13 kesan jiyana xwe ji dest da. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî bersiv da û 19 êrîşkar hatin kuştin, kom jî ji taxê hate derxistin.
Rojek piştî vê bûyerê jî, vê komên çekdar li ser riya Efrîn û Helebê sivîl tehd kirin, hinek girtin û îşkence li wan kir. Di heman rojê de komek çekdar êrîşî gundê êzidiyan Qestel Cendo yê girêdayî Efrînê kir. Lê yekîneyên parastinê destur nedan. Ev êrîşên vê komê 4 rojan dom kirin, lê her carê gel û yekîneyên parastinê berxwedanek tund nîşan da.
Piştî van bûyeran di henek rojnameyên Tirkiyeyê de jî, nûçeyên "Desteya Bilind a Kurd belav dibe" hatin weşandin.
Tiliya hêzên cuda tê heye
Li gorî lêkolînên ku hatine kirin, her wiha hêzên tevlî van êrîşan bûne, derket holê ku li pişt van êrîşan hin derdorên Kurdan û hinek hêzên ku ji destkeftiyên Kurdan aciz in, her wiha dixwazin îradeya derketiya holê tune bikin, hene. Di bûyerên li Eşrefiyê de Tugaya Selahadin Eyubî cîh girtibû. Ev koma çekdar derdorên cuda ku di nava wan de Kurd jî hene pêk tê. Tê gotin ku tiliya hinek partiyên Kurdan jî di van êrîşan de heye. Ji xwe di nava kesên hatine kuştin de 7 Kurdin ku tê gotin endamên van partiyan e, hebûn. Her wiha hate gotin ku piştî van bûyeran jî hinek derdorên Kurdan bi van koman re hevdîtin pêk anîne.
Dîsa di êrîşa li Efrînê jî koma bi navê Asif El Şemel (Bahoza Bakur) a girêdayî kesê bi navê Emmar Dadîxî cih girt. Tê gotin Dadîxî ku bixwe Tirkmen e, piştgiriyê ji Tirkiyeyê digire û ji aliyê Artêşa Hur ve jî nayê heskirin.
Armanca wan çiye
Ji ber ku li Helebê ji hemû gelan mirov hene û gelek komên çekdar ên cuda tê de hene, dîsa Efrîn jî hem nêzî Helebê hem jî li ser sînorê Tirkiyeyê, yanî wekî rêyek derbasbûnê ye, ev herdu cih hedef tên girtin. Ev hêz wisa dihesibînin ku van deran bidest bixin dê karibin tevahiya rojavayê Kurdistanê bigirin bin destê xwe. Tê gotin ku komên derdikevin pêş ên ku li van deran bicih bûne û êrîşî Kurdan dikin jî, bi vê armancê têne bikaranîn.
Kurd bûne yek
Li hemberî van hemu êrîşan, Kurdên li tevahiya Sûriyeyêyê rabûn ser piyan û hêrsa xwe anî ziman. Her wiha ji hêzên Kurd ên ku helwesta wan şolî ye jî hate xwestin ku helwesta xwe zelal bikin. Bi dehezaran welatiyên daketin kolanan peyama yekîtiyê û bilindkirina têkoşîna azadiyê dan. Her wiha Desteya Bilind a Kurd jî, berevajî îdîayên belavkirinê, bi awayekî awarte civiya û li ser berfirehkirina têkoşînê rawestiya. Çav li rê ye ku sazî û rêxistinên Kurdan ê li Sûriyeyê, pêngavên girîngtir ên ji bo yekîtiyê bavêjin.
DÎHA/EFRÎN