Wezîfedarê Lêkolînê û Hîndekar e li Zanîngeha Middlesex li Londonê Dr. Janroj Keleş têkildarî rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî tevgera DAIŞ’ê û hêzên qaşo li dij wê şer dikin de nerînên xwe bi me re parve kirin. Keleş destnîşan kir ku 45 dewlet qaşo di nava koalisyona bi pêşengiya DYA’ê de cihê xwe digirin lê çawa dibe nikarin bajarekî mîna Kobanê biparêzin. Her wiha Keleş bibîr xist ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê bi rengekî zelal û ji aliyê bîrdozî, siyasî û çekdarî ve alîkariyê dide DAIŞ’ê.

Dr. Janroj Keleş têkildarî têkiliyên Tirkiyeyê û DAIŞ’ê ev nirxandin kir: „ Dewleta Tirk bi delîl piştevanê tevgerên Îslamî ye, delîlên zelal hene ku ji bo DAIŞ´ê jî Tirkiye dewleteke transît e. Delîlên eşkere hene ku nîşan didin Tirkiyeyê bi qesd û daxwaz destek daye DAIŞ´ê. Hikûmeta Tirk dîn, nexasim jî sunîtiyê bi kar tîne da ku tesîrê bike li welatên sunî. Ev jî di çarçoveya arîşeya di navbera sunî û şîiyan de ye. Serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu hewl dide tevahiya suniyan bîne cem hev ji bo bibe hêzeke herêmî li dora îdeolojiya sunîtiyê.“
Keleş sedema bûyina hedefa DAIŞ’ê a Kurdan jî mîna êrîşeke neteweperstî bi van gotinan rawe kir: „Di nava DAIŞ´ê de neteweperestên Tirk, yên Ereb hene û ew êrîşê dibin ser Kurdan. Em nikarin meseleyê daxînin yek hêmanê bi tenê. „

Stratejiya ne rewa…

Dr. Janroj Keleş destnîşan kir ku stratejiya dewleta Tirk a li Sûriyeyê û herêmê dimeşîne ne rewa ye û wiha got: „ Di destpêkê de herkes, welatên Rojavayî jî di navê de razî bûn ji rewşê. Fikra wan ew bû ku ev hêzên îslamî wê Esed ji desthilatdariyî dûr bixin. Wan çavên xwe ji siyaseta Davutoglu re jî bi vî rengî girt. Lê belê paşê pêre pêre bi şaşiya vê stratejiyê hisiyan û fêm kirin. DAIŞ êdî pirsgirêkeke global e. DAIŞ li Rojhilata Nêzîk, li Keşmîr, li Hindistanê ye, ew her weha li Londonê ye.“

Hêzên demokrasiyê destek nakin

Pispor Keleş mîna pirsgirêka herî mezin a pêvajoyê jî liber çavan negirtina dewletên rojavayî ya muxalefeta demokratîk a Sûriyeyê binav kir. Keleş wiha got: „ Kesên ku dixwazin li Sûriyê veguherîna demokratîk pêk were nayên destekkirin. Mîlîtarîzekirina tevgera mixalif a Sûriyî şaşiyek bû.  Bi hezaran mirov hatin kuştin û bi milyonan mirov mexdûr bûn. Hikûmeta Tirk berpirsiyar e ji vê yekê. Gelek hêzên navneteweyî destek dan DAIŞ´ê, lê bi ya min êdî ev yek diguhere. „

Çareserî xweserî ye

Dr. Janroj Keleş çareseriya pirsgirêkên herêmê jî mîna avakirina sîstemên demokratîk ên xweser binav kir û wiha got: „ Bi fikra min divê li Iraqê devera Nînovayî Suryanî bibin xwedî xweseriyekê, weke Êzîdiyên li Şingalê, lewma bi herêmên xweser yan jî nîv-xweser hingê wê karibin bibin xwediyê strukturên xwe yên xweparastinê, siyasetên xwe bi xwe û siyasetên xwe yên aboriya, perwerdeyê û hwd. „

45 dewlet hene lê…

„Di nava koalîsyona dijî DAIŞ´ê de ya ku DYE pêşengiya wê dike, 45 dewlet hene. Û ti kes nikare rave bike ka çawa 45 welat nikarin bajarekî piçûk yê weke Kobanê biparêzin.“ Dr. Janroj Keleş ku ev gotin bikar anîn destnîşan kir ku di rastiyê de koalisyana navneteweyî naxweze Kobanê biparêze û wiha nerînên xwe parve kirin: „
Parazvanên Kobanê xwedî derfet û sîlehên kêm in. Dîsa jî şer dikin li dijî hêzeke terorîst a baş organîzekirî û xwediyê gelek sîlehên giran ên Emerîkî ye. Kurd bi jin û mêran berxwedaneke mezin bi pêş dixin û wan ji 7 heta 70 salî li dijî DAIŞ´ê li ber xwe da. Herçî hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ye, wan got, Kobanê dûrî me ye û em nikarin alîkariya wê bikin. Ev ne argumaneke baş e. Heke koalîsyona DYE pêşengiya wê dike dikare di ser erdên Sûriyê re bifire û bombeyan berde, hingê dikare alîkariya cebilxane û sîlehan jî mirov dikare bigihîne Kobanê. Kurd jî dikarin bi rêya helîkoptêran heke bixwazin dikarin sîlehan bigihînin Kurdên li Sûrî. Koalîsyona jî ne rast dibîje, dema dibêje em nikarin êrîşî DAIŞ´ê bikin ji ber ku li gundan û li nava bajêr e. Wan dikarî sîlehan bidin Kurdan da ku li ber xwe bidin.“

‚Kurdên baş‘, ‚Kurdên xirab’!

Dr. Janroj Keleş helwesta koalisyona bi pêşengiya DYA’yê de mîna israra di têgihiştina, ‚Kurdên baş‘ û ‚Kurdên xirab’ binav kir û wiha got: „Ew hewl didin PKK, PYD´ê ku ne parçeyên sîstema global in, krînmînalîze û nerewa bikin, li gorî daxwaza Tirkiyeyê. Di dawiyê de jî ew lê temaşe dikin ku DAIŞ bikeve Kobanê. Heke DAIŞ Kobanê bistîne jî, Kurd wê lê vegerin. DAIŞ ne ya Kobanê ye, ew nikare li wir bimîne. Em nizanin ka ew ê di dagirkeriya xwe bi ser kevin yan na, lê belê ew ê erdên Kurdan çi îro û çi sibe biterikînin.  
Hêzên navneteweyî bi zanîn yan jî ne bidestê xwe hewayeke wisa diafirînin ku ew ê alîkariyê bi Kurdan re bikin û pêre hêviyê didin Kurdan li Sûrî û Iraqê. Lê di rastiyê de ew alîkariyê nadin Kurdan.“     



LUQMAN GULDIVÊ