KJK: Televîzyona K24 li hemberî jinan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Li hemberî van êrişên qirêjî em ê kesayetiya jina azad bi awayekî xurt bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku bila K24’ê boykot bikin.
Televziyona K24 TV’yê ev demeke bê navber li dijî hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat kampanya reşkirinê daye destpêkirin. Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî vê êrişa qanala K24 TV da û got: “Di şexsê hevrê Besê Hozat de êrişên tên kirin, li ser hemû şervanên jin ên azad, jinên pêşeng û li ser hemû jinan tên kirin.” Koordînasyona KJK’ê ev êriş weke bêhûrmetiya li dijî jinên azadîxwez bi nav kir û got; “Televîzyona K24 li dijî jinan polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Têkoşîna me ya azadiya jinan li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşîna mirovayetiyê bi bîr û baweriyeke mezin didomîne. Xeta Rêbertiya me ya ku xwe dispêre azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk, jin û civak bi pêş ve birine. Îro bi milyonan jinên Kurd di warê siyasî, leşkerî û civakî de pêşengiyê dikin. Fedakarî û têkoşîna jinên Kurd a li dijî êrişên DAÎŞ’ê ji aliyê dinyayê hemûyî ve hatiye qebûlkirin.
Bi hevkariya PDK’ê dikin
KJK´ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên li ser xaka başûrê Kurdistanê jî û got:”Ev demek e ku Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze axa başûrê Kurdistanê dagir bike. Li dijî serkeftina tevgera me ya azadiyê dewleta Tirk êrişeke topyekûn daye destpêkirin. Hewil dide bi van êrişan encamekê bistînin. PDK a ku xwe nêzî yekîtiya neteweyî nake, vê xeta xwe di medyayê de bi awayê herî qirêj dide diyarkirin.
Êriş li dijî jinên pêşeng e
Êrişên li ser hevseroka KCK’ê Besê Hozat ya di televîzyona K24 jî li ser vî esasî ye. Kesên ku di warê siyasetê de divê herî dawî biaxivin, ji têkoşînê reviyane û berê xwe dane pereyan, li ser ekranên K24’ê bi awayekî bê ast û exlaqî axivîn.
Di şexsê hevrê Besê Hozat de êrişên tên kirin, li ser hemû şervanên jin ên azad, jinên pêşeng û li ser hemû jinan tên kirin. Em vê bernameya qirêjî ya K24 û beşdarên vê bernameyê bi tundî şermezar dikin.
Li hemberî vê helwesta bêexlaq ya li dijî jinên ji bo welat û civaka xwe têdikoşin, em banga hestyariyê li gelê xwe dikin.
Televîzyona K24 boykot bikin
Televîziyona K24 li hemberî gelê me û jinan polîtîkaya şerê qirêjî dide meşandin. Divê gelê me tu carî li vê televîzyona K24 temaşe neke. Em bang li gelê xwe dikin ku bila K24’ê boykot bikin. Li hemberî van êrişên qirêj em ê kesayetiya jina azad bi awayekî xurt bidomînin. Wê têkoşîna jinên azad li hemberî pergala mêran a zordest û serwer û derewîn û nûnerên wê bi ser bikeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN