“Meseleya Tirkan dagirkirina axa Sûriyê û gef li ser paşeroja herêmê ye. Rêya çareserî û diyalogê esas e lê heger dewleta Tirk diyalogê esas negire û êriş bike, wê berxwedan jî mezin be.”
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD´ê Şahoz Hesen der barê tevgera dewleta Tirk li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de peyivî.
Şahoz Hesen diyar kir ku piştî têkbirina DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze aramiya herêmê xerab bike û got: “Tekiliyên di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ de gelek caran hatin îspatkirin û li pişt her êrişên çeteyan dewleta Tirk derket. Herî dawî dagirkirina Efrînê jî bikaranîna wan komên çeteyan pêk hat ku armanca esasî dagirkirina parçeyek ji axa Sûriyê bû. Destpêka aloziya Sûriyê dewleta Tirk dagirkirina hemû Sûriyê ji xwere kiribû armanc. Erdogan digot ‘Di nav çend hefteyan de em ê li Şamê nimêj bikin’. Niha jî herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, dixwazin dagir bikin. Di esasê xwe de tecrubeya Rêveberiya Xweser a demokratîk tehdît dike.”
Gefên ji bo DAIŞ’ê
Hesen di dewama axaftina xwe de li ser gefên dewleta Tirk yên ji bo girtiyên DAIŞ’ê jî û got: “Hejmareke gelekî zêde çeteyên DAIŞ’ê girtî ne. Divê ev pirsgirêka DAIŞ’ê bê çareserkirin. Xebat ji bo wê hene lê gefên dewleta Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê careke din nefesekê bide wan çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên xeternak ser tecrubeya demokratîk û wê bixwazin bikevin tevgerê. Bi zanebûn dewleta Tirk vê yekê dike.”
Dixwazin DAIŞ’ê bi ser bixin
Şahoz Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo aştî û aramiya heremê tehdîtek e û got: “Siyaseta qirkirinê li hemberî Kurdan dide meşandin. Tiştê ku bi destê çeteyên DAIŞ û Cebet El-Nusra pêk neaniye, niha bi xwe dixwaze pêk bîne. Siyaseta dewleta Tirk xetere, qirêj e û ji aliyê tu kesî ve nayê qebûlkirin. Erdogan dixwaze komkujiyên dema Osmaniyan dubare bike. Dewleta Osmanî li hemberî gelên Kurd, Suryan, Ermen, Êzîdî û Ereb gelek komkujî kirin. Niha jî Erdogan dibejê ‘Ez ê Împaratoriya Osmanî çêkim.’ Ev jî tê wateya ku careke din li ser esasê komkujî û tunekirina gelan dixwaze armancên xwe pêk bîne. Ev rewşeke xeternak e.”
Gef li ser paşeroja herêmê ye
Şahoz Hesen ji bo tevgera dewleta Tirk a li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî got: “Bê nîqaş niyeta dewleta Tirk heye ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Heger niyet neba, ew qas leşker, çekên giran û komên çete li ser sînor bi cih nedikirin. Lê hemû kes divê bizane ku êrişek bi vî rengî ne tenê ji bo gelê herêmê, ji bo Tirkiyê jî wê tevliheviyeke mezin be. Her wiha li ser pirsgirêka DAIŞ’ê ku hîn nehatiye çareserkirin, derfetdayîna ketina Îran û rejîma Sûriyê nav axa herêmê jî wê pêk were. Bandora êrişê wê li ser siyaseta Emerîka û Rûsyayê jî hebe.”
Berxwedan wê mezin be
Hevserokê PYD´ê Şahoz Hesen di dawî de li ser parastina herêmê û rola hêzên navdewletî got: “Ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ti tiştek neçûya sînorên Tirkiyê. Beravajî vê hemû êrişên ku hatine ser vê herêmê, di sînorên dewleta Tirk de çêbûne. Ew xetere li ser ewlehî û aramiya vê herêmê ye û divê gefên dewleta Tirk bên sekinandin. Hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî divê zanibin ku meseleya Tirkan dagirkirina axa Sûriyê û gef li ser paşeroja herêmê ne. Hêzên navneteweyî çawa vê ewlehiya herêmê biparezin û pêş bixin? Rêya çareserî û diyalogê esas e lê heger dewleta Tirk diyalogê esas negire û êriş bike, wê demê em ê jî li hemberî wê berxwedaneke mezin bikin.
MÛRADA KENDA / LÎNA CANGÎR / ANHA/QAMIŞLO