Koordînasyona Yekîtiya Star di derbarê bûyerên dawî li seranserî Rojavayê Kurdistanê û êrîşên li ser gelê Kurd bi daxuyaniyekê şermezar kir û diyar kir ku, hewldanên rejîmê û hin hêzên derve ji bo aramiya herêmên Kurdan têk bidin. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku, êrîşên di heman demê de ji gelek aliyan ve li ser gelê Kurd tê wateya ku pilanek li ser gelê Kurd tê meşandin ji bo Kurdan ji civînên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyeyê dûr bixin. Her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku, xwedî li şehîdên xwe derkevin û merasimên li gorî şehadeta wan lidar bixin.


Bîrên petrolê

Di daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin ku, “Ji ber rewşa hestiyar ku şoreşa Sûriyeyê tê re derbaz dibe û piştî herêmên Kurdan aramiya xwe bi xwîna şehîdan parastiye, em dibînin ku rejîm û hin aliyên derve hewldidin ku ewlehiya herêmên Kurdan têk bidin û dest bavêjin destkeftiyên gelê Kurd. Bi riya têkdana hin aliyan, hewil didin hêz û komên çekdar şerê hev bikim. Pevçûnên li bajarên Helebê û  Dêra Zorê û hin herêmên din di navbera komên çekdar de li ser bîrên petrolê derketine. Van koman çekdar berê xwe da herêmên Kurdan ,ji ber vê li herêma Efrînê, Til Temir û Serêkaniyê û hewldanên wek van li herêma Kobanê jî ku hemû komên çekdar di heman demê de êrîş dikin ser gelê Kurd, tê wateya ku ev pilaneke ji aliyên ku dixwazin Kurdan ji gotûbêjên derbarê çareserkirina aloziya Sûriyeyê dûr bixin.”

Ji bo biratiya gelan

Di berdewama daxuyaniyê de hate dest nîşan kirin: “Em wek Yekîtiya Star hemû êrîşên komên çekdar li ser gelê Kurd şermezar dikin û em bang li hemû Êlên Ereban dikin, ji van pilanên ku rejîm li pişt wê ye û jê armanc dike ku opozîsiyonê têk bibe haydar bin. Her wiha pêwîste Êlên Ereban dengê xwe ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş bilind bikin. Em şehîdên ku ji bo azadiyê û parastina nirxên şoreşê jiyana xwe dane bi bîr tînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku xwedî li şehîdên xwe derbikevin bi girseyî tevlî merasimên spartina şehîdan bibin û ji bo pilanên li dijî Kurd û Ereban û jiyana hevbeş dengê xwe bilind bikin.

HESEKÊ




Êrîş hatin şermezar kirin

Bi armanca şerezar kirina êrîşên komên çekdar ên Artêşa Azad li ser herêmên bi sedan kes ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk, Dayîkên Aşîtiyê, Ciwanên PYD û endamên Meclisa Gel a Qamişlo li ber Medînet Elşebab a Qamişlo hatin cem hev. Di mitîngê de astîngiyên hêzên rêjîma Baas ên li Qamoşlo jî hatin şermezar kirin.
Di mîtingê de siloganên dilsoziya bi şervanên Yekîneyên parastina Gel (YPG)  ên li Efrîn, Serêkaniyê û Til Temir silavkirin. Her wiha pankartên li ser nivîsî bûn 'Pêwîste em berxwedana YPG’ê li Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir silav bikin" " Heger ku diniya di riwê me de sekinî em ê bi serkevin". Di mîtingê de hate diyar kirin ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê yên dawî ji êrîşên Çapemeniy ên Hevgirtina Siyasî û girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê Başûrê Kurdistanê û belavkirina pêşmergeyan li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi çekên giran û êrîşên komên çekdar ên hevgirtina siyasî tevî komên çekdar ên îslamî (selefî) li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê diom kir.
Di mîtingê de Endama Yekîtiya Star Jînda Mihemed li ser rewşa Rojavayê Kuridistanê axivî û bal kişand ser planên li dijî gelê Kurd têne kirin. Mihemed da zanîn ku gelê Kurd dê xwe bike mertalên zindî, destkeftî û herêmên xwe biprêzin.
Mihemed destnîşan kir ku hêzên hene ku li dû êrîşên Rojavayê Kuridstanê disekinin û diyar kir ku gelê Kurd dê van êrîşan bê bersiv nehêle û ev tişt got: " Nîşana berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kampanya berhevkirina îmzeyan e, ji ber ku azadiya Ocalan gilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."
Mîtîng bi sloganan bi dawî bû.

QAMIŞLO




2 YPG'yiyan jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê  diyar kir ku şervanên wan Enes Elî Donî û Şiyar Faris di encama êrîşa komên çekdar a li Til Xelaf de jiyana xwe jisest dan.
Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê navê 2 şervanên xwe yê li Serêkaniyê di encamê êrîşa komên çekdar a li ser benda kontrola ya li Til Xelaf a 3 kîlometrî rojavayê Serêkaniyê dikeve  ji raya giştî re eşker e kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di encama berxwedana bêhempa ya şervanên YPG’ê de  şervanên YPG’ê  Enes Elî Donî binasnav Egîd û Şiyar Miho binasnav Azad di encama êrîşa komên çetê de ya li ser benda kontrolê ya YPG’ê de jiyana xwe jidest dan.
Sîcilên 2 şervanên YPG’ê wihane: Enes Elî Donî binasnav Egîd navê bav Mistefa, navê Dayîkê Helîme.  Di sala 1992’an de li Serêkaniyê jidayik bûye.
Şervanê YPG’ê Şiyar Faris binasnav Azad. Navê bav Îsmaîl navê dayîkê Sibhiya di sala 1994’an de li gundê Qilêj Wêran hatiye dinê û li Serêkaniyê tevî malbata xwe rûdinişt. 

SERÊKANIYÊ