Tevî ku gelek nakokî û alozî di navbera beşên cuda ên muxalefeta Sûriyeyê de hene lê di vê mijarê de êdî her kes wiha difikire ku gava herî pêşî ya guhertinên Sûriyeyê rûxandina rejîma Beşar Esad e.
Cîgirê çavdêrê giştî yê Desteya Hevrêziya Hêzên Guherîna Demokratîk li Sûriyê Heysem Mena ragihand ew di wê baweriyê de ye ku “çûyîna Beşar Esad tekane çareserî ye bo kirîza Sûriyeyê.” Kirîza ku ji 15’ê Adara par ve dest pê kir û heya niha berdewam e û di encamê de 7 hezar û 500 kes hatine kuştin.
Cîgirê çavdêrê giştî yê Desteya Hevrêziya Hêzên Guherîna Demokratîk li Sûriyeyê Heysem Mena li Romayê, piştî beşdariya wî di kongreya “Buhara Erebî-ber bi peymanekê niştimanî ya nû ve” û di civîneke çapemeniyê de ji rojnemavanan re ragihand ku: “Eger ku Esad di desthilatê de bimîne em nikarin tiştekî bikin. Lê derketina wî ji dîmenê siyasî dê gava yekê be ber bi proseya guherînê ve. Di vê qonaxê de tiştê herî girîng çûyîna Esad e û rawestandina proseyên kuştinê ye.” Menna herwiha got: “Me jê re `ji Beşar Esad re` got bile derkeve li hember parastina jiyana hezarên kesan. Ev derfeta dawî ya gelê Sûriyeyê ye.”
Navbirî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Muxalefeta Sûriyeyê ne bi xêra alîkariyên ji derve ve ye li ser asta eskerî, aborî yan di warê medyayê de jî. Ji ber hemû endamên civaka me piştgiriya me dikin. Armanca me hemûyan yek e ku ew jî dûrkirina Beşar Esad ji desthilatê ye û hilweşandina zordestiyê û avakirina dewleta qanûnê ye.”
Hêzên parastinê
Ji aliyekî ve ji boş erê bi hêzên dewletê re hin aliyên muxalefeta Sûriyeyê û bi piştgiriya hin welatên derve artêşa Sûriye a azad hate avakirin û şer û pevçûnên giran di navbera wan û hêzên dewletê de çêbûn. Niha jî wekî komeke cuda ji wê artêşê nivîsgeha rêvebriya leşkerî hatiye avakirin û gelek yekîneyên bi navê cuda û ew bûye sedema hin nakokiyan di navbera hevalbendên berê de. Di vê navberê de û ji ber her ku diçe talûkeya şerê navxweyî zêde dibe û her yek ji bo parastina xwe bi rengekî xwe birêxistin dike Kurdên Rojava jî xwe ji vê yekê re amade dikin. Lewre jî niha li hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê cihê ku Kurd lê dijîn hêzên parastina gel tên avakirin. Bi rastî di vê pêvajoyê de gaveke wiha gelekî girîng û pêwîste da ku Kurd jî bikaribin xwe biparêzên û pêşiya hin bûyerên provokasyon bigire. Gelek mînak çêbûn ku hin hêzên derve û hundir ên ku dixwazin partiya PYD reş bike, gelek planên qirêj çêkirin lê bi saya hêzên parastinê hin ji wan bûyeran ronî bûn û sûcdarên wan bûyeran hatin girtin.
Ekîbên xaça sor gihan Humsê
Lı gorî çavkaniyên çalakvanên Sûriyeyê ekîbên xaça sor a navnetewî gihan taxa Baba Emero ku zêdeyî 20 rojan di binê ambargoyeke dijwar debû. Piştî zêdeyî 20 rojan hêzên dewletê dikaribû taxa baba Emero ji destê şervanên artêşa azad derxîne û rê bide tîmên xaça sor ku alîkariyên insanî bighîne vî bajarî û bi taybetî vê taxê. Li gorî çavkaniyên ‘şervanê artêşa azad’ vekişîne wan ji Baba Emero vekişîneke tektîkî ye lê li gorî hikûmeta Sûriyeyê jî ev tax ji komên çekdar hatiye paqijkirin û gelê bajêr ji tundiya wan hatine rizgarkirin.
Bi her halî dê gelê humsê hinekî be jî ji wê rewşa dijwar a ku bi mehane dikşîne bêhnekê bide û bi kêmanî alîkariyên insanî bigire.
ŞAM