MÛRADA KENDA / ANHA/ŞENGAL
Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) Emer Salih,Emer Salih li ser êrişên dawî yên li dijî Şengalê axivî.Salih diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker bi teybet rojên dîrokî yên civaka Ezîdî hedef digre, naxwaze ku aramî li Şengal û Mexmûrê çê bibe.”
‘Ji hêza rêkxistinkirî ditirsin’
Umer Salih balkişand ser planên dewleta Tirk yên li ser civaka Ezîdî û got,: “Dewleta Tirk a dagirker dijberiya xwe li ser civaka me û hemû gelan dewam dike. Beriya niha jî bi planên qirêj Mam Zekî Şengalî hedef girti bû. Li dijî 74 fermana me çawa li ber xwe da û em tune nebûn, em ê dîsan jî li berxwe bidin. Dewleta Tirk nikare vîna Ezîdiyan û hemû gelên azadîxwaz bin bixe. Bi êrişên hovanê dixwazin Şengal û Mexmûrê vale bikin. Lê bila zanibin ku çawa gelê me li dijî şagirtên Erdogan DAIŞ’ê li ber xwe da, wê li dijî hişmendiya tunekirina gelan jî li ber xwe bide.”
‘Iraq bi bêdengiya xwe dibe şirîkê êrişan’
Salih destnîşan kir ku hikûmeta Iraqê bi bêhelwestiya xwe dibe şirîkê êrişên dewleta Tirk û wiha peyivî: “Hikûmeta Iraqê xwe bi Tirkiyê re girêda ye. Îro eger êriş hate ser Şengal û Mexmûrê, we sibe heman êrîş were ser Musil û Iraqê jî. Armanca dewleta Tirk li ser xeta Osmaniya nû de desteserkirina axa Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê ye. Lê ew xewn û xeyalin.”
‘Bi Sîxuran dixwazin encam bigrin’
Umer Salih di dewamiya axaftina xwe de anî ziman ku dewleta Tirk teybet ji bo herêma Şengalê îstîxbarata xwe xûrt kiriye û ev tişt got: “Dewleta Tirk dixwaze li herêmê bi wan sîxuran tevlîheviyê derbixe. Lê îstîxbaratên Tirkiyê jî bi ser nakevin. Xelkên Şengalê hêzên YPŞ/YJŞ axa xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê parastin û serketin. Ev gelê me yên ji xwe bawer we li dijî wan êrîş, gef û îstixbaratên dewleta Tirk jî bi ser bikeve.”
Divê em yekitî û tifaqê çêkin
Hevserokê PADÊ Emer Salih di dawiya axaftian xwe de banga yekîtî û tifaqê kir û got, “Ji bo em pêşî li van êrîş û gefan bigrin pêwîste yekîtiya xwe ava bikin. Eger yekîtiya me were avakirin kes nikare li dijî hebûna me tev bigere. Ji perçebûn û xiyanetê tu kes sûd wernagire. Her wiha ew kesên ku sîxurtiya dewleta Tirk dikin, wê dîrok wan efû neke. Banga me li hikûmeta Iraqê ye ku ji wan nêzîkatiyên bêhelwestî derbikevin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagiker bêdeng nemîn in.”