Genç da xuyakirin ku ew 5 meh in ji bo azadiya Ocalan îmzeyan kom dike û wiha got: “Ji bo azadiya Serok Apo û zêdeyî 10 hezar girtiyên siyasî yên li zîndanan, ez îmzeyan kom dikim.” Genç diyar kir ku dema wî ji Holandiyan îmze kom dikir, wî ji wan re behsa rewşa dewleta Tirkiyê kiriye û aniye ziman ku dewlet ne ji dil e û li Tirkiyê mafên demokrasî û mirovan tuneye. Genç ev tişt got: “Her wiha ji wan re behsa rola gelê kurd a ji bo çareseriya bi rêya diyalogê dikim. Ji Holandiyan re dibêjim ku eglê kurd aştiyê dixwaze, lê dewleta Tirk û perexwaz, şer dixwazin. Ji ber ku ew fêydê ji şer dibînin.” Fehîm Genç hema hema her roj ji bo îmzeyan kom bike li Amsterdamê digere û heta niha bi tena serê xwe 6980 îmze kom kir. Genç da xuyakirin ku weke şexs armanca wî komkirina 10 hezar îmzeyî ye.
AMSTERDAM