Elman jî leqayê barbariyê hatin

Li Berlînê hefte bi şermezarkirina komkujiyên li bakurê Kurdistanê ku dîktator Erdogan û desthilatiya AKP´ê destpê kir. Di meşa girseyî de hêrs û nefreta Kurdan di asta herî jor de bû. Rûreşiya dewleta Tirk bi çend zimanan hat eşkerekirin. Gelê Elman niha ji herdemê bêhtir guh dide van çalakiyan. Hate niha Elman rasterast bi barbariya Tirkan re rûbirû nemabûn. Mirov dikare bibêje ku dewleta herî zêde ji barbariya Tirkan sûdwergirtî Elmanya ye. Ji ber hindê dîroka Elman a li dijî barbariya Tirko-îslam bêdengî ye, sûdperestî û durûtî ye. Lê ev rewş di encama qebûlkirina Pêşnûmaya Komkujiya Gelê Ermen û Mesihiyan de guherî. 


Ji dewleta Tirk Brandek dernakeve

Herhal Elmanan wisa texmîn dikir ku barbarî wê li xwe mikûr were, serê xwe bitewîne û dîmenekî li gorî Willy Brandt pêşkêşî mirovahiyê bike. Helbet wisa nebû û heta ev barbarî li ser kar be libendêmayîna dîmenekê wisa jî xêfiktî ye. Helbet hêza barbariya Tirko-îslam a li dijî Elmanyayê nîne, kêm e. Li dewsa dewleta Elman bikin hedef, êrîşê parlamenterên Tirk û Kurd yên destek dayîn Pêşnûmaya Komkujiya Ermenan dikin. Tehdît û heqaret, sixêf bi zembîlan in. Erdogan behsa analîzkirina xwîna Cem Ozdemîr kir. Niha tevahiya parlamenteran tên parastin, ew jî ji nêz ve bi pergala barbar re nasyar bûn. Parlamenterê Eyaleta Berlînê Hakan Taş di çalakiya ji bo Nisêbînê de got; em natirsin, emê li ber xwe bidin, lê em wisa bi hêsanî jî xwe nakin pariyê devê barbaran. Herî dawî Elmanya parlamenter hişyar kirin da ku heta demeke dirêj neçin Tirkiyeyê. Kurd ev 200 sal in behsa barbariya dewleta Tirk dikin lê mixabin Elmanan zêde guh nedidan, niha ev kirêtî li ber deriyê wan e. Êdî li her kolan û quncika Berlînê ev babet tê axaftin.


Jinên Kurd doza edaletê dikin

Li Berlînê yek ji çalakiyên herî domdar û biwate jî çalakiya Çarşeman a Edaletê ye. Komkujiya hersê jinên siyasetmedar yên li Parîsê hatibûn qetilkirin ku sê sal di ser de borîn hêna jî di tariyê de ye. Çalakiya çarşeman bênavber dom dike. Ev çalakiya watedar ji aliyê Meclîsa Jinan a Berlînê DESTDAN ê ve tê birêvebririn. Çalakger ji beşdariya mirovan bigazin in, lê dibêjin; tenê yek kes jî be emê dev ji doza xwe bernedin. Heta kujer aşkere bibin û dewletên destên wan tê de li xwe mikur werin emê li feryad û hawara xwe berdewam bikin.


Keleşên bê keştî

Li Berlînê ev deh hefte ne çalakiyeke rengîn tê lidarxistin. Partiya Elman a ku navê Partiya Keleşan li xwe kiriye, her hefte rojê înan saet di 17.00 an de li pêş Sefareta Tirk a li Tiergarten Str ê kom dibin. Di çalakiyê de sazî û dezgehên Kurd û sosyalîstên Tirk jî beşdar dibin. Herwisa bû sedem ku em jî van mirovên hêja ji nêz ve nas bikin. Ya rastî ez hê jî tênegihiştime ka ev mirovên hûmanîst çima navekî wiha li xwe kirine. Her hefte bi dengê bilind bang li Erdogan û dewleta Tirk dikin. Emê rênedin dîktatoriya we, emê fersenda komkujiyên 101 sal berê nedin. Di çalakiya dawî de Lea Golda wiha got; Xwedêyo!..Ka binerin, di vê çax û serdemê de mirovekî k+u sertîfîkaya wî jî babeta niqaşê ye behsa analîzkirina xwîna mirovan dike. Emê her hefte li vir bin, emê behsa komkujiya Ermenan bikin, emê komkujiyên li bakurê Kurdistanê aşkere bikin, emê têkiliya we ya bi rêxistinên terorîst re aşkere bikin. Hûn dikarin her tiştî bikin. Ew jî karê we ye. Hûn dixwazin wek guran bizûrin an jî wek kûçikan biewtin.

Di rastiyê de gur, kûçik heta tevahiya lawiran ji van dîktator û barbaran birehmtir in. Lawir heta radeyekê dikarin hovitiyê bikin, lê sinorê hovîtiya Erdogan, AKP ê û ya dewleta dagirker nîne.


YEKO ARDIL / BERLÎN