Xelîfe Hefter ê ku rojhilatê Lîbyayê di kontrola wî de ye, ji bo agirbestê fermî bike çûbû Moskovayê. Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskovayê veqetiya.
Bi qasidiya Tirkiye û Rûsyayê roja Duşemê li Moskovayê muzakere hatibû kirin lê encam nehate bidestxistin.
Şefê hikumeta Trablûsê Fayez El Sarraj û Hefter roja Duşemê çûbûn Moskovayê.
Li gorî televîzyona El Arabiya ya Dûbaiyê sedema ku Hefter agirbest îmze nekiriye ev e ku vekişîna leşkerên Tirk a ji Lîbyayê û betalkirina peymana di navbera Trablûs û Enqereyê de, di nava agirbestê de tuneye.
Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova jî diyar kir ku Hefter bêyî ku peymanê îmze bike ji ser maseyê rabûye.
Piştî ku di sala 2011’an de rejîma Mûhammed Kaddafî ji aliyê NATO’yê ve hate hilweşandin, Lîbya di nav kaosekê de ye. Rojhilatê welat di destê hêzên Xelîfe Hefter de ye û rojavayê wê jî Hikumeta Yekîtiya Neteweyî heye ya ku Neteweyên Yekbûyî wê nas dike.
Xelîfe Hefter ji Nîsana 2019’an û vir ve ji bo Trablûsê bi dest bixe, operasyonan dike. Hefteya borî bajarê stratejîk ê Sîrte ketibû destê hêzên Hefter. Şerê di navbera her du hêzan de didome.
Dewleta Tirk di meha Mijdarê de bi hikumeta Trablûsê re peymaneke behrê çêkiribû. Tirkiye bi peymana behrê dixwaze gaza li Behra Spî bi dest bixe.
Dewleta Tirk ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî bin pê dike û çek û cebilxaneyê dişîne ji Biraderên Misilman ên li Trablûsê re. Tirkiye çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê.
NAVENDA NÛÇEYAN