Nobedta Azadiyê', ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Franseyê Strasbourgê tê girtin, di hefteya 270. de bi komeke nû dewam dike. 

Hefteya bihurî Kurdistaniyên ji bajarên Freiburg û Kehl ên Elmanyayê bi rengekî dorveger hate girtin, vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Yadê Samya, Fatma Zûgûrlû, Ehmed Behrî û Selîm Helexî yên ji bajarê Kolnê ve dewr hat girtin.


Êrîşên li dijî Ocalan nayên qebûlkirin

Yadê Samya bi navê komê axivî û Erdogan hişyar kir. Yadê Samya destnîşan kir, ku di êrîşeke muhtemel a li dijî Ocalan de ew ê bi tundî bersivê bidin. Yadê Samya bal kişand ser dilsoziya gelê Kurd bi Ocalan re û rexne li dewletên berpirsyar girt, ku daxwazên gelê Kurd nabînin.


Divê Erdogan hesab bide

Yadê Samya xwest, her kes li ber gefên Erdogan û AKP'ê yên dagirkirina Rojava rabe û got, Erdogan 'dostê herî mezin û lîderê DAIŞ'ê' ye.

Yadê Samya Erdogan weke kujerê Kurdan bi nav kir û got, divê Erdogan hesabê komkujiyên wî kirî, bide.

Nobeta ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 25'ê Hezîrana 2012'an li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê dest pê kiribû. Nobet her carê ji aliyê komekê ve heft rojan tê girtin û heta niha 1500 kes beşdarî vê çalakiya nobetê bûne. 


 STRASBOURG