Di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de, pêşangeheke alavên kevin li navçeya Şêrawayê hate vekirin. Beriya wê jî li navçeya Ehrisê şahiyeke çandî hat lidarxistin.

Di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê ve hatiye organîzekirin, pêşangeheke alavên kevin li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi amadebûna sedan kesî hate vekirin.

Her wiha komên girêdayî Desteya Çand û Huner, stran, dîlan û helbest pêşkêş kirin.

Endama Tevgera Kevana Zêrîn, Emel Îbiş diyar kir ku mehekê amadekariyên vekirina pêşangehê dewam kirine û destnîşan kir ku armanca sereke ya vekirina pêşangehê ew e ku çanda Efrînê were naskirin û ji hewldanên tinekirinê were parastin.

Di pêşangehê de ji destar, heta bi fanosan, ji cil û bergên Kurdî yên jinan heta bi hawin û alavên din, gelek tişt hatin bicihkirin.

Li Ehrisê şahî

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê, di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de pêr jî şahiyek li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Rêveber Tevgera Kevana Zêrîn, Rûmet Beko anî ziman ku çalakî wekî bersivdayîna binpêkirinên dagirkeran ên li dijî çanda gelê herêmê ne.

Piştre jî, Koma Şehîd Silava ya Stranan, li gel dengê def û zirneyê stranên Efrînê û yên şoreşgerî û Koma Viyan Soran jî govend pêşkêş kir.

Di şahiyê de, şanoya bi navê “Dil û Mejî”  û stranên şoreşgerî yên koma “Serdem” a zarokan jî hebûn. n ANHA/ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Efrînê, di çarçoveya çalakiyên hefteya çandê de pêr jî şahiyek li navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Rêveber Tevgera Kevana Zêrîn, Rûmet Beko anî ziman ku çalakî wekî bersivdayîna binpêkirinên dagirkeran ên li dijî çanda gelê herêmê ne.

Piştre jî, Koma Şehîd Silava ya Stranan, li gel dengê def û zirneyê stranên Efrînê û yên şoreşgerî û Koma Viyan Soran jî govend pêşkêş kir.

Di şahiyê de, şanoya bi navê “Dil û Mejî”  û stranên şoreşgerî yên koma “Serdem” a zarokan jî hebûn.

ANHA/ŞEHBA