Hefteya Çandê ku li bajarê Swîsreyê Baselê her sal ji aliyê Navenda Çandê ya Medê ve tê lidarxistin, dest pê kir.
Hefteya Çandê ku 4’ê Nîsanê dest pê kir, wê 7’ê Nîsanê bi dawî bibe.
Hefteya Çanda Kurd a îsal diyarî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan hate kirin.
Destpêkê li navenda bajêr meşek hate lidarxistin û piştre li avahiya sendîkaya Uniayê, resepsiyonek hate dayîn. Tevî Kurdistaniyan gelek siyasetvan, nivîskar û hunermendên Swîsreyî û Tirkiyeyê jî beşdar bûn. Hefteya Çanda Kurd bi rêzgirtina ji bo bibîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di hefteya çandê de pêşandana defê, stranên koma Borumbala-Trommel a Swîreyî û hunerê koma govendê hate temaşekirin.
Di roja destpêkê ya hefteya çandê de panel hate lidarxistin û siyasetvanê Kurd Hatîp Dîcle, Parlamenterên Kantona Baselê Mustafa Avci, Eva Herzog û Edîbe Şahîn qala berxwedana grevên birçîbûnê û pêvajoya siyasî kirin.
ANF / BASEL