Di çalakiyên roja dawî ya Hefteya çandî de, Hevserokên Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) a Kantona Cizîrê Xelîl Osman û Edalet Umer, Fermandar û şervanên YPG/ YPJꞌê Endamên saziyên sivîl ên Kantona Cizîrê û bi hezaran şêniyên bajarên Dirbesiyê, Serêkaniyê, Til Temir, Hesekê, Amûdê, Qamişlo û bajaroka Zirêganê tevlî pîrozbahiyê bûn.


Mîrasa gelê Kurd e

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG`ê Reşîd Umer axivî û destnîşan kir ku wan vîn û hêza xwe ji ruhê 15`ê Tebaxê girtin e da zanîn ku ew ê heta rizgarkirina tevahiya herêmê ji komên çete yên ku ji aliyê hikûmeta AKP`ê ve tên destekdayîn, li ber xwe bidin.

Paşê Seroka Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî axivî û rizgarkirina Minbicê li gelê Rojava û tevahî gelê Sûriyeyê pîroz kir û berxwedana destanên ku şervanên azadiyê di çeperên berxwedanê de nivîsandine, silav kir.

Welîde Botî 32`yemîn salvegera pêngava 15`ê Tebaxê li tevahî gelê Kurd pîroz kir û wiha domand:” 15`ê Tebaxê mîrasa gelê Kurd e.”


Ji 10 Tebaxê ve li dar bû

Koma Zîlan a bajarê Dirbesiyê û Koma Agirî ya bajarê Amûdê bi stran, dîlan û şanoyên xwe roja dawî ya Hefteya Çandî pîroz kirin.

Çalakiyên şahiyê bi dîlan, stranên şoreşgerî û durişmeyên silavkirina pêngava 15`ê Tebaxê û rizgarkirina bajarê Minbicê bi dawî bû.

Bi boneya salvegera 32`yemîn a pêngava 15`ê Tebaxê, TEV-ÇANDꞌê li bajarê Dirbesiyê hefteyeke çandî orgenîze kir. Çalakiyên hefteya çandî ji 10`ê Tebaxê ve dest pê kir û pêr bi dawî bûn. Di heftea çandî de, gelek komên çand û hunerê beşdarî pîrozbahiyan bûn. 


ANHA/DIRBESIYÊ