
Navenda Çand û Huner a Xabûr, hefteya çandê da destpêkirin. Di bernameyê de rojane bernameyên çandî ji stran, helbest û şanoyê, dê bên pêşkêşkirin.
Navenda Çand û Hunerê Demokratîk a Xabûr a li bajarê Hesekê, hefteya çandê da destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de rojane komên çandê û hunermendên herêma Hesekê stran, helbest û şanoyan pêşkêşê bikin li navenda Çand û Huner a Xabûr a li taxa Miftî ya Hesekê. Ev bername jî rojane heta dawiya hefteyê saet 15.00’an destpê dikin.
Di bernameya doh û pêr de ku bi beşdarbûna dehan kesî, koma Mirabine ya stranan ku stranên çanda Erebî pêşkêş dike, dest bi bernameyê kir. Paşê Helbestvan Farûq Tozost 3 helbest bi zimanê Erebî pêşkêş kirin. Di bernameyê de beşê stranên folklorî ya Koma Tolhildan jî stranên xwe pêşkêş kirin.
Helbestvan Efaf Hesekê helbest pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Ebdulqadir Xelîl Hisên, stranên xwe gotin. Di dawiya bernameyê de jî Koma Tolhildan şanoya Zingilo û Çengilo pêşkêş kir.
Bernameya ku bi zimanên Erebî û Kurdî hate pêşkêşkirin, beşdarên bernameyê coşandin. Beşdaran bi çepkên germ bername pêşwazî kir.
ANHA / HESEKE