QSD'ê ragihand ku şervanên wan di hefteya destpêkê ya hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşa de 12 gund û hejmarek gundik rizgar kirine.

Navenda Ragîhandinê ya QSD'ê bîlançoya hefteya destpêkê ya hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşe ya Hesekê ku di çarçoveya Bagera Cizîrê hatiye destpêkirin, bi daxuyaniyekê eşker kir.

5 tunel hatin dîtin

QSD dibêje, "Me hefteya yekem a hemleya rizgarkirina bajaroka Dişîşa ya Hesekê bi dawî kir. Hêzên me li her du eniyên hemleyê yên rojhilat û rojava li gorî pîlana ji aliyê Odeya Çalakiyan ve hatiye amadekirin, bi pêş ketin. Di encamê de xisarên mezin gihandin rêxistina DAIŞ´ê ya terorîst. Hêzên me ji aliyê rojhiat ve 9 kîlometreyan bi pêş ve çû û ji aliyê rojava ve 13 kîlometreyan bi pêş ketin.

Di encamê de hêzên me gundên El-Hemîdiye, Sefiyan, El-Mezar, El-Xibêre, El-Hecle, Şemas, Husên El-Hecle, El-Hese, El-Odat, Kilêb, Murcan û Em Mehfûra her wiha hejmarek gundikên li derdora wan ji çeteyan rizgar kirin. Bi sedan welatiyên sivîl ku di gundên navbirî de asê mabûn ji cihên şer hatin dûrxistin. Gundên hatin rizgarkirin tijî mayîn û erebeyên bombebarkirî yên çeteyan bûn. Ekîbên me yên pispor ketin tevgerê û mayîn bê bandor kirin. Di wan gundan de 5 tunel hatin dîtin.

Hin ji wan jî bi saxî ketin destê QSD´ê

Di şerên 4 rojên dawî de jî hêzên me bi awayekî yekser bi terorîstan re şer kir. Di şer de çeteyan çekên giran û navîn bi kar anîn. Terorîstan her wiha hewl da erebeyên bombebarkirî biteqînin, lê hêzên me 2 erebeyên wan ên bombebarkirî beriya bigêjin armanca xwe teqandin. Hêzên me di heman demê de 2 motorsiklêtên ku çeteyan bikar dianîn ji dûr ve teqandin. Balafirên koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê jî tevgera terorîstan şopand û bargehên wan yekser bombebaran kirin.

Di şerê 4 rojên dawî de hejmarek terorîst hat kuştin, hin ji wan jî bi saxî ketin destê şervanên me. Hêzên me dest danîn miqdarek çek û cebilxane.

 

DÊRA ZOR