Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan referandûm weke mafê rewa yê gelê Kurd bi nav kir û got, "Lê bazirganî bi vî mafê gelê Kurd hate kirin, desthilata Başûr û di serî de PDK, ger armanca wan bi referandûmê dewleta Kurdî bûya, pêwîst bû roja piştî referandûmê serxwebûn xwe ragihandiban."
Bêrîtan ji ANF´ê re peyivî û pirsa; "Ger tu nekarî û hêza te ya ragihandina dewletê nebe, çima ji gel re dibêjî deng bide serxwebûnê û ez ê jî dewletê ji bo te ava bikim? Heta niha jî hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirê pêwîstiyên jiyana gel ji Îran û Tirkiyê dikire. Radibe qala damezrandina dewletê dike."
Piştgiriya Rojhilat nîşan da ku gelê Kurd yek e
Fûad Bêrîtan wiha jî dewam kir; "Êdî xelk jî dizane ev referandûme tene ji bo paşxistina çareseriya pirsgirêkên navxweyî ye. PDK bi vî şêweyî qanûn û parlamen rawestand. Êdî dema serokatiya te bi ser de çûye, lê bûye astenga li pêşiya daxwazên gel."
Herî dawî jî Fûad Bêrîtan bal kişand ser piştgiriya gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Başûrê Kurdistanê û got; "Daketina meydanan a gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo me û hemû hêzên din ên şoreşger cihê serbilindiyê ye. Vê piştgiriyê diyar kir ku pirsgirêka Kurd yek e û gelê Kurd jî yek gel e. Her wiha ev piştgirî bersiv bû ji bo rejîma Komara Îranê ku bi dewamî dixwaze gelê Kurd û destketiyên wan parçe bike. Bi hinceta ewlehiya navxweyî zextê li ser gel dimeşîne."
NAVENDA NÛÇEYAN