Newaya Jin a ku li Ewrûpayê bi rengekî periyodîk derdikeve bi manşêta ‘Çeper Berfireh Dibe’ derket. Rojname bi gelek gotar û dosyayan tê ber destên xwendekaran, şopa 2018’an a li ser jinê analîz dike.Rojnameyê cih daye nirxandineke berfereh a Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhat ku dibêje 2018’an jin li dijî faşîzmê bûne yek û sala  2019’an hêza polîtîk a jinan wê geştir bibe.Di rojnameyê de her wiha endama TJK-E’yê Zeynep Dersim kampanyaya ‘’Tundiya li ser jinê polîtîk e - Dibû ku ew tu jî bûya’’ dinirxîne.Rojda Yildirim jî diyar dike ku navendên paşverû hene ku kuştinên jinan xwe dispêrin ser wan û bi hev re jinan dikujin.Hevseroka Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk Foza Yûsiv  jî rewşa eniya Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî ya Sûriyeyê dinirxîne. Nûçegihan Rojbîn Ekîn jî dibêje, dahatuya azad a welêt wê bi pêşengiya jinan pêk were.Her wiha gelek nivîskarên din di bîr û boçûnên xwe di rojnameyê de cihê xwe girtine.

 

FRANKFURT