32’yemîn hejmara rojnameya Dengê Zarokan ku bi du zimanan ji aliyê zarokan ve tê derxistin. 

Zarokan ji berga yekem a rojnameya xwe heta ya dawî bi rengên zindî û xweş rengîn kirine. Zarokan di vê hejmarê de bi mîzampajeke taybet cih daye Cejna vejîn û berxwedanê ango Newrozê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û hwd. Ev mijar bi nivîs, wêne û îlusturasyonên cihêreng hatiye pêşkêşkirin. Bi vê xebatê mirov lê têdigihîje ku zarok bi hişmendiyeke hay ji derdora xwe û geşedanan heye xebatên dimeşînin ku ev yek ji bo ku mirov ji bo pêşerojan hêviyan mezin bike. 

Zarokan di vê hejmarê de cih daye du hevpeyvînên bi Kurdî-kurmancî. Hevpeyvîna wan a yekem bi dayika bi navê Doma re hatiye kirin. Dayika Doma ji Kobanê ye û di hevpeyvîna pê re hatiye kirin de di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axiviye. Hevpeyvîna duyemîn jî zarokan bi zarokeke ji Kobanê koçberbûyî re kirine. Zaroka bi navê Stêra pirsên hevalên xw ebersivandin. Stêra behsa şert û mercên koçberiyê, hest û dilînên xwe û her wiha hesreta ji bo vegera Kobanê aniye ziman.


Cejna Newrozê 

Zarokan di vê hejmarê de cih daye hêvî û daxwazên xwe yên Newroza 2015’an jî. Têkildarî Newrozê hem wêne hem jî helbestên hatine bicihkirin. Dîsa di vê hejmarê de çend pêkenok û metelokên bi Kurdî-kurmancî hatine dîtin. Lê ev cihê rexneyê ye ku di vê hejmarê de jî zarokan cih nedaye zaravayê Kurdî-kirmanckî. Li cihê ku 5 nivîsên bi tirkî li şûna wê du-sê nivîsên bi kirmanckî dê Dengê Zarokan zêdetir dewlemend bibe.


32 hejmarên rengîn

Rojnameya Dengê Zarokan ev 5 sal e ku bi rêk û pêk ji du mehan carekê di standan de cihê xwe digire. Zarokên ku pirên wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelek were înkar û îmhakirin, bi rojnameya xwe ya ku ev 5 sal in derdikeve jî dilêrî û berxwedana gelekî jî bi awayekî pir baş radixe ber çavan. Zarokan bi hestiyariya xwe ya têkildarî rojên girîng ên gelê Kurd û mirovahiyê ve destnîşan dikin ku ew ê di hejmarên pêş de karên baştir bikin. 

 AMED