Piştî hinek wekîlên AKP'ê li hemberî rakirina mafên destnedayîna wekîlên BDP'ê cuda daxuyanî dan duh civîna koma AKP'ê li Navenda Giştî ya AKP'ê di bin serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan pêk hat. Îro jî li Navenda Giştî ya AKP'ê civîna berfireh a serokên bajaran pêk hat. Piştî axaftina vekirinê ya Erdogan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Rojava civînê rakirina mafê destnedayînê ye. Erdogan duh nêrîna wekîlan girt û piştî hevdîtina bi şêwirmendên xwe re dosyayên mafên destnedayînê bên rakirin berfireh kir. Li gorî vê yekê; li gel wekîlên BDP'ê mafê destnedayînê yên gelek wekîlên bêexlaqî kirin jî di rojevê ye. Xebatên komîsyonê heta meha adarê incax bê encam dibe. Piştî xebatên komîsyonê dê dosyayên mafê destnedayînê bişînin Lijneya Giştî ya Meclisê. Li Meclisê 754 dosyayên wekîlên BDP'ê, dosyayên AKP'ê 66, CHP 85 û MHP'ê 23 bi giştî 928 fezleke li meclisê hene. Dosyayên BDP'ê hemû siyasî ne lê yên AKP, CHP û MHP'ê jî ji ber saxtekarî, fesadiyê tevlî îhaleyan kir, tacîza zayendî, kalpazanlik û diziyê ne.
ENQERE
Fezleke şandin wezareta Dadê
Serdozgerê Komarê yê Wanê di derbarê Ozdal Uçer de bi hinceta ku di şîna gerîla de di 31’ê cotmehê de axiviye lêpirsîn da dest pêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna nêzî mehekê berdewam kir de, dozgeriyên dîmenên kamerayê yên gotinên Uçer lêpirsîn kir û fezlekeya ji 10 rûpelî pêk dihat amade kir û şand Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezarata Dadê. Di fezlekeyê de tê xwestin ku Uçer ji ber ‘li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ li gorî hêjmara TCK’ê ya 314/2 û 214/1 bê darizandin û destnedana wî rabe. Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayên HPG’ê Mehmet Goyî (Muhyettin Kaplan) li Wanê hatibû vedan ji aliyê polîsan ve di ser de hatibû girtin. Tê îdia kirin ku Uçer gotiye ‘ji hevalan re bêjin bila çekên xwe bigirin’ ji ber vê lêpirsîn vebûye.