Pêr li Musilê li ser Çemê Dîcle, kêştiyeke geştiyaran noqî avê bû û di encamê de heta niha eşkere bû ku 94 mirine. Xelkê Mûsilê nerazîbûna xwe ji bûyerê nîşanî seorkkomarê Iraqê Berhem Salih da.
Di çemê Dîcle de ku di Musilê re derbaz dibe, pêr kêştiyeke geştiyaran noqî avê bû. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî a Iraqê zêdetirî kesên mirine jin û zarok in û hejmara kesên mirîne gihiştiye 94’an. Ji van 19 zarok in û 61 jî jin in. Herwiha 55 kes jî bi saxî ji xeniqînê filitîne.
Piştî bûyerê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çû Musilê û ji nêz ve bûyer şopand. Adil Ebdulmehdî li ser bûyerê fermana lêkolînê da.
Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî li Iraqê 3 roj şîn îlan kir. Ji bilî wê, doh Wezareta Dadê ya Iraqê fermana girtina 6 karmendên şirketa geştiyarê da. Derketina derveyî Iraqê ya xwediyê şirketê û xwediyê cihê geştiyariyê jî hate dayîn. Keştiya noqî avê bûyî xwedî kapasîteyeke 50 kesî bû û li gorî rayedarên hikûmetê bêhtirê 3 caran li vê hejmarê mirov li keştiyê hatine siwarkirin.
Erebeya walî texrîb kirin
Xelkê Musilê û bi taybetî malbatên kesên di bûyera pêr de jiyana xwe ji dest dayîn, nerazîbûn nîşanî serokkomarê Iraqê Berhem Salih da û êriş birine ser. Xelkê bajêr maşîna waliyê Musilê jî da ber keviran.
Piştî qezayê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih doh çû serdana Musilê û rastî nerazîbûna malbatên kesên di bûyera Musilê de mirine hat. Li gorî agahiyan, Berhem Salih bi zorê ji destê malbatên kesên mirî kariye xwe xilas bike.
Waliyê Musilê Nufil Akub jî çû serdana kesên di bûyera Musilê birîndar bûyî. Lê komek xwepêşandêrî ber avêtin maşîna wî.
MÛSIL