Hejmara nû ya Kurd’Înalco derket
Hejmara duyem a kovara Kurd’Înalcoyê ku ji hêla xwendekarên Kurd ên li Parîsê tê derxistin, çap bû.
Di vê hejmarê de lêkolînên wekî li ser Kela Dimdimê, li ser Hecî Qadirê Koyî hene. Her wiha, wergerên wêjeyî, çîroka “Parsek” a Guy Maupassant ji Fransî, û ji Ingîlîzî jî helbesteke “Choman Hardi” heye.
Di heman demê de rêzenivîsek li ser “Dîroka Bajêr” heye. Xwendekarekî lîsansa Kurdî, Christophe ku Fransî ye çîrokek li ser gerra xwe ya Hewremanê, bi Soranî nivîsiye. Di vê hejmara duyem de, hevpeyvîneke taybet, bi Patrice Franceschi re ku him nivîskarekî Fransî ye him jî çalakvan e ku piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê.
Ziman azad dike
Amadekarên kovarê, li ser armanca derxistina kovarê dibêjin: “Armanca me ew e ku xwendekarên Kurd ên li Fransayê, ilm û zanîna xwe bi zimanê dayika xwe, bigehînin gelê xwe û bi vî rengî çand û zimanê xwe biparêzin. Em dizanin ku di pêvajoya azadbûn û tunebûna gelan de, girîngiyeke mezin a zimanan heye û ji ber vê sedemê, şiyara me ev e Ziman Gelê Xwe Azad Dike.”
Berga kovarê bi xêzeke sûretê Cegerxwîn ve hatiye xemilandin. Ew xêz ji aliyê wênesazê Kurd, Serdar Mutlu ve hatiye çêkirin. Wêne peyama yekîtiyê dide û herwiha di qada netewperweriya Kurdî de, cîhê Cegerxwîn jî raveyî xwîneran dike. PARÎS