Hejmara sisiyan a kovara muzîkê ya bi Kurdî Ziryabê û albûma ‘Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê’ derketin.
Di vê hejmarê de, tevî du komên cihanî yên muzîkê Inti Illimani û Orphaned Land, bi Mehmet Bayrak, Ganî Nar, Diana Wekil, Maviş Guneşer, Xoşnav Têlo, Dogan Çelik, Ertan Tekin, Guven Erkin Erkal, Yunus Dişkaya, Olgun Eren, Stêrka Karwan, Yeqîn, Xecê, Çiya û Akademiya Ma Muzîkê re hevpeyvîn hatine kirin. Di vê hejmarê de Besime Şen, Îbrahîm Sarisu, Seyda Goyan, Ardî Zêdo, Erdem Şalva, Seyidxan Kurij, W. K. Merdimîn, Welat Ramînazad û Twana Hama bi nivîsên xwe cih digirin. Xebatkarên kovarê di vê hejmarê de bi defjen Hejar Zehavî û hunermendê ku zêdetir bi dûdukê tê naskirin Ertan Tekin re derbarê jîyana hunerî, înstruman û şêweyê ezivandinê de peyivîne.
Kovar bi hejmara nû re albûma “Olana Bajêr Bijareyên Ziryabê” wekî dîyarî dide.Ev albûm stranên di Pêşbirka Muzîkê ya Ziryabê de serketî berhev dike. Di albûmê de 11 berhemên 11 kesên cuda hene ku gotin û muzîka berheman a wan e. Kesên di albûmê de cî girtine ev in: Teşqele, Serdar Alaz, Nikwan Qaderî, Nadia Visser, Harun Ruzgar, Erdal Med, Ferit Sevim, Rizgar Akan, Vedat Taniş, Aziz Arslan û Omer Ayhan.
NAVENDA NÛÇEYAN