Li gorî îstatîstîkan hejmara girtiyên li girtîgehan 36647 in. Ji vana 18609 kes girtiyên cezayên wan li dadgeha bilind in. Hejmara hikûmxwaran jî 75 hezar û 361'e. Li gorî îstatîstîkan hejmara tevahî girtiyan derket 130617'an. Dîsa li gorî heman îstatîstîkan ji 36647 girtiyan 30485 girtî edlî ne, 4506 girtî siyasî ne, 1262'ên wan jî bi hinceta ku ji bo berjewendiyên xwe bûne endamê rêxistinê hatine girtin, 394'ê wan jî yên sûçên wan nediyar in.

Hejmara zarokan zêde bû 

Li gorî îstatîstîkan ji 75361 girtiyan 7058'ê wan edlî ne, 3 hezar û 796'yê wan jî siyasî ne, li gorî vê yekê; 507 kes ji ber berjewendiyên xwe bûne endamê rêxistinê û yên sûçên wan nediyar in hatine girtin. Li tevahiya Tirkiyê ji 130 671 girtiyan 118 245'ê wan ji ber sûcên edlî hatine girtin, 8 774'ê wan siyasî, 2173'yên wan endamên rêxistinên berjewendî, 1425'ê wan jî di nav komên sûcên wan nayên zanîn de cih digirin. Ji 36647 girtiyan 32 981'ê wan zilam in, 1763'yê wan jin in û 1903'yê wan jî zarok in. Ji 18609 girtiyên cezayên wan derbasî dadgeha bilind bûne jî 17666'ê wan ji zilaman, ji 646'ê jinan 197'ê wan jî ji zarokan pêk tê. Ji 75361 hikûmxwaran jî 22818'ê wan ji zilaman pêk tê, 2334'ê wan ji jinan û 209'ê wan jî ji zarokan pêk tê.
Li gorî îstatîstîkan li tevahiya girtîgehên Tirkiyê hejmara zarokên girtî, yên cezayên wan derbazî dadgeha bilind bûne û hikûmxwar derketiye 2309'an. Hejmara zilamên li girtiyên tevahiya Tirkiyê wekî 123565, hejmara jinan wekî 4 743 hat diyarkirin. Di îstatîstîkan de xala din a bala mirovan dikişîne jî hejmara zarokên li girtîgehên Tirkiyê ye. Hejmara zarokên girtî di meha Çilê de wekî 2 260 hat ragihandin. Lê ev hejmar di meha Sibatê de zêde bû û derket; 2309'an. Yek ji xalên din ê herî balkêş jî ew e ku 1785 zarok di girtîgehên girtî yên saziyên cezaya înfazê de dimînin.

ANF/ENQERE