NURHAQ GULBAHAR
Çîrok dibêje; rojek ji rojan Xwedavend Nînhûrsag biryar dide ku 8 giyayan biçîne û piştî ku mezin bûn nav li wan giyayan bike û çarenûsa wan diyar bike. Nînhûrsag ku weke wate tê wateya Xwedawenda herêma çîyayî, di encama vê biryara xwe de li bexçeyê xwe, li koşeyeke berhemdar her 8 giyayan diçîne. Piştre ber bi karê xwe yê din ve diçe.
Di dewama çîrokê de, tê gotin, rojek ji rojan Xweda Enkî û qasidê xwe Sîsmûd di ber bexçeyê Xwedawend Nînhûrsagê re derbas dibin.
Enkî çav lê dike ku Xwdawendê 8 giya çandine. Ji qasidê xwe Sîsmûd dipirse bê ev çi ne, xwedawend bi çi mebestê ev çandine. Sîsmûd dibêje, ev giyayên Xwedawend Nînhûrsag in û ew ji bo nav li wan bike û çarenûsa wan diyar bike ew çandine. Xweda Enkî bi dilbijokî çav berdide renca Xwedawendê û dibêje ez ê wan bixwim û ez ê çarenûsa wan diyar bikim. Li gorî vê jî yek bi yek giyayên Xwedawendê bi îştaheke mezin dadiqurtîne û lêdixe û diçe. Piştre Xwedawend Nînhûrsag tê lê dinêre li şûna bexçeyê wê yê avadan wêraneyek heye. Dipirse bê ka kê ev kiriye.
Şagirtên wê dibêjin Xweda Enkî hatiye û bi tevahî jê re behsa çîrokê dikin. Xwedawend Nînhûrsag dema ku dibîhîse Xweda Enkî çav berdaye ked û mafê wê yê diyarkirina çarenûsê zaf hêrs dibe. Lê tiştekî ku bike tuneye. Li hemberî vê neheqiyê dilê wê dişewite. Dilê wê ewqas dişewite ev şewat dibe gotin ji ser lêvên wê weke nifir derdikevin û bikezebperitî dibêje; ‘Hêvî dikim li şûna 8 giyayên min di canê Xweda Enkî de heşt nexweşiyên bê derman peyda bibin.’ Tê gotin, ji wê roja ku taqeta Xwedawendê negihîşt zordestiya Xweda, nifir bûye para bindestan û bi taybetî weke taybetmendiyeke jinan heta roja me ya îro hatiye.
Min çima behsa vê çîrokê kir ku ev çîrok destaneke qedîm a mîtolojiya Mezopotamyayê ye? Li gorî texmînan beriya 7 hezar salî li ser kîtabeyan, lewheyan ev çîrok hatiye nivisandin. Lê bûyerên ku di roja me ya îro de li ser axa me, li ser heman erdnîgariya Mezopotamyayê diqewimin, nifirên ku ji lêvên dayikên me yên Kurd ku her yek ji wan bi serê xwe nûnerên Xwedawend Nînhûrsag in, vê destana kevnare anî bîra min. Belê, êrişên dewleta Tirk a dagirker û faşîst li ser Rojavayê Kurdistanê û nifirên dayikan ji bo Erdogan ku weke nûnerê vê dagirkeriyê dibînin, her çend bi hezaran sal di ser re derbas bûbe jî, ji nû ve bi gewdebûna heman destanê ye.
Di civaka me ya Kurdan de weke çandeke civakî tirs û xofeke mezin heye li hemberî nifir û dema ku nifirek tê kirin, kesayet her çend li xwe daneyne jî tirseke veşartî li cem peyda dibe bê gelo ew nifir biqebile an na? Ji ber ku dîsa di şaneyên çanda civaka me de tê gotin, deriyê dua û nifirên mezlûman, bi taybetî yên jinan her vekiriye û heke biqebile çare jê re nîne.
Di roja me ya îro de li Rojavayê Kurdistanê şer û berxwedaneke dijwar heye. Lê ji ber ku şerekî li ser heq e, şerekî rûmetê ye, di nav wîcdanê mirovayetiyê hemûyî de cihê xwe girtiye. Her kêliya vî şerî dijwar tê şopandin, ragihandin û şîrovekirin. Bazareke qirêj, bazareke ne adil, bazareke ji derveyî nirxên mirovayetî birêve diçe. Ev hemû li aliyekî lê di vê nivîsê de min xwest aliyekî din ê vî şerî ku di hinavên dayikên me de ye, bînim ziman. Ew aliyê ku weke nifir di nav lêvên dayikan de, jinan de derdikeve, mirov dilerizîne. Ew nifirên ku bi gotina dayikan ji kezeba peritî tên ser lêvan, qudreta edaleta jinê jî bi me dide nasîn. Ew çi hêz e ku dibêje; ‘kezeba te perçe perçe ji devê te derkeve, ma me çi kiribû ji te’ Heke deriyê nifira vekirîbe û nifir biqebile, tirsa herî mezin a Erdoxan û devbixwînên li derdora wî divê ne ji ambargo, şermezarkirin an jî bazarên qirêj ên zilhêzan be, divê ji vê nifira dayikan be û ji tirsa bilerizin bê heke biqebile wê çi bê serê wan.
Heke em dîsa werin ser çîroka xwe, destan dibêje; nifira Xwedawendê qebilî û li şûna 8 giyayên ku bi zilmê xwarîbû di laşê Xweda Enkî de 8 nexweşiyên bê derman peyda bûn. Enkî tê ber radeya mirinê. Xweda hemû diçin û xwe diavêjin ber bextê Xwedawendê ku Enkî bibexşîne. Lê Nînhûrsag wî nabexşîne. Enkî ji dest û ling dikeve, êdî di radeya mirinê de ye. Xweda dîsa li hev dicivin û bi navê Xweda Enkî xwe davêjin tor û bextê Xwedawendê. Nînhûrsag tê rehmê û dibêje baş e, ez wî dibexşînim, ka bila bê hizûra min da ku nexweşiyên wî derman bikim. Enkî weke zarokekî sernerm di dawa Ninhûrsag de rûdinê. Nînhûrsag yek bi yek jê dipirse bê kudera wî nesax e. Enkî yek bi yek dibêje, çavê min, guhê min, devê min û her wiha 7 nexweşiyan baş dike. Herî dawî Xwedawend dipirse; ‘birayê min ku dera te diêşe’ Enkî dibêje: ‘Parsûyê min ê çepê’ Ninhûrsag dibêje; ez giyayek ji bo parsûyê te diçînim, nav lê dikim Nîntî, ku tê wateya Xwedawenda jiyanê, bila ji parsûyê te re bibe derman’ Ew giyayê bi navê Xanima Jiyanê datîne ser parsûyê Enkî û ew baş dibe. Xwedawend weke hêza jiyanê, Xweda Enkî ji nû ve li jiyanê û saxiyê vedigerîne.
Belê çîroka qedîm bi vî hawî behsa hêza jiyan û mirinê, destpêkirina nifir û hêza dagirkeriyê dike. Her wiha rehma jinê jî. Lê di roja me ya îro de gelo em weke jinên Kurd, tevî her tiştî em ê li Erdogan bêne rehmê an na? Na, nikarim bêjim belê.