
Hunermend Tahîr Bozkûrt wêneyên extiyarên tevî ku politikaya koçberiyê li Dêrsimê cih û warê xwe neterikandin girtin û jê albûma bi navê “Mende - Çar Demserre Dêrsim’de Manenî” derxist. Bozkûrt dibêje; „Heke ew jî biçin em ê dest vala bimînin. Divê em vegerin wê erdîgariya ku em pê dizanin
Bozkûrt, çîroka wêneyan bi Kirmanckî û Tirkî vegotiye û pirtûka wî di Gulanê de ji Weşanên Sanciyê derket. Bozkûrt, anî ziman ku ji sala 2011’an ve dest bi xebatên pirtûka xwe kiribû. Bozkûrt bi bîr xist ku, di salên 1990’î de li Dersim û herêmên Kurdan ên din dewletê polîtîkayên koçberiyê li ser milet ferz kirine.
Ji hev hatine qutkirin
Bozkûrt derbirî ku wî xwestiye çîroka kesên ku ji Dersimê koç nekirin û mane vebêje û got: „Ziman, bawerî, çand ev hemû ji hev hatine qutkirin.” Bozkûrt, anî ziman ku dema wî ev hemû anîne ber çavê xwe û çûye Dersima ku zarokatiya wî lê derbas bûye, ketiye nava liv û tevgerînekê.
Efsûneke zaf mezin heye
Her wiha Bozkûrt diyar kir ku li wir çand û efsûneke zaf mezin heye û her diçe ew çand winda dibe û wiha peyivî: “Berî ku ew van deran biterikînin û biçin divê em wê dewra çandî wergirin û divê em mîxekî nû li wan deran bikutin.”
Cara ewil xebateke bi vî rengî
Bozkûrt anî ziman ku dema wî xebata xwe kiriye pirtûk fikiriye ku tenê cih bide Kirmanckî, lê belê ji bo kesên Kirmanckî ji bîr kirine wî cih daye Tirkî jî. Bozkûrt, anî ziman ku li herêma Dersimê gelek wêneyên ku dişibin wêneyên wî hene û cara ewil e ku xebateke bi vî rengî hatiye amadekirin.
Avahiyên rûxandî û malên kavilbûyî
Bozkûrt, dest nîşan kir ku hema bêje çîroka hemû gundên li herêmê dişibe hevdu û wiha domand: “Helbet ji qehwexaneyê bigire heta kuçeyê, ez li ser gelek çîrok û deveran sekinîm; lê min li vir cih nedaye hemûyan. Li vir ez wisa fikirîm ku ez cih bidim çîroka kesekî tenê dê baştir be. Ji bilî vê min cih da çîroka Pîra Kûmrûyê ku ji Pulura Dersimê koçî Pêrtagê kiriye. Gundê Pîra Kûmrûyê di sala 1994’an de hatiye bombekirin û dewletê ew mecbûrî koçê kiriye. Paşê dewletê biryara daye ku li keviyên Bendava Pêrtagê bijîn. Ew jî êdî li wir dijî. Min ev tevî kesên ku li herêma Mazgêrt û Pêrtagê diçûn zozanan kir. Û min wêneyên avahiyên rûxandî yên gundên li quntarên çiyayan kişandin û ji her herêmê min wêneyek an jî du wêneyên malên kavilbûyî li vir bi cih kir. Ji bilî Pilumuriyeyê ez li temamiya herêmê geriyam.”
‘Dema ew biçin em ê jî biçin cihên din’
Bozkûrt, anî ziman ku extiyar veguhêzkarên çandê ne. Bozkûrt got ku niha li herêma Dersimê kesên 70-80 salî mane û wiha axivî: “Heke ev jî biçin, bi rastî jî em ê jî biçin cihên din. Divê demildest pêwendî bi van extiyaran re bê danîn û divê em wan bi tenê nehêlin. Divê dubare em li malê, li ber sobeyan bi wan re rûnên û sohbetê bikin, ku em hem ziman û hem jî vê çandê veguhêzînin nifşên bê. Divê em dubare vegerin wan çiyayên dê û bavan yên Dersim û Mûnzûrê.”


STENBOL