Pirtûka helbestan “Ateşle erimek, suyla dirilmek (Helîna bi agir, vejîna bi avê)” a çîroknûs Muruvvet Yilmaz derket. Yilmaz di pirtûka xwe de li ser; xaka Mezopotamyayê ya warê evîn, hez, bereket, berxwedan, şaristaniyê ye radiweste. 
  

Pirtûka “Ateşle erimek, suyla dirilmek” a mamoste û çîroknûs Muruvvet Yilmaz ji Weşanxaneya Însancilê der çû. Yilmaz di pirtûka xwe de li ser; xaka Mezopotamyayê ya warê evîn, hez, bereket, berxwedan, şaristaniyê ye radiweste. Yilmaz tîne ziman ku, ew ji ber afirandina tiştekî nû bi heyecan e û diyar dike ku gotina diviya ji jinan û mirovahiyê re bihata gotin, wê bi helbestê hewl daye vebêje û ji ber vê bi aram û bextewar e. 


Heger berîkirin zêde be…

Yilmaz anî ziman ku, wê berê çîrok û gotar nivîsandine û got, ew fikiriye ku şerê azadiyê herî baş bi helbestê tê vegotin û ji ber vê berê xwe daye helbestê. Yilmaz difikire ku bêrîkirina xaka mirov li ser dijî bêrîkirine mezin e û wiha axivî:”Dema bêrîkirin zêde be, gotina bê gotin jî zêde û mezin e.” 



Yilmaz dest nîşan kir ku, pergala serdest a mêr dixwaze jinên bi zanist û hunerê re eleqedar dibin tune bikin û wiha axivî:”Ez di pirtûka xwe de bi agir, şerê azadiya jinê vedibêjim. Agir ji aliyekî ve, sedema gavavêtina mirovî ya ber bi şaristaniyê ve ye. Divê agirê ku jinê vêxistiye bê zêdekirin û divê bi vê rê bê ronîkirin. Min di helbesta xwe de cih da van hêmayan. Agir û ava ku gav bi gav ji destê jinê derket, veguherî rewşeke bereksî. Ez li ser vegerîna çerxa ku jin bi têkoşînê dubare agir hilgirt, vegeriya jêderk û xwemaliya xwe rawestiyam.” 



‘Ji bo nifşên nû re bê veguhastin’ 

Yilmaz got, divê jinên ku jiyan afirandine û ji nû ve hildiberînin binivîsin û wiha domand:”Ez di wê baweriyê de me ku, nivîsandin hem ji bo mayindebûnê û hem jî ji bo keda me ya jinan ji bo nifşên nû re bê veguhastin tiştekî girîng e. Vê pirtûka helbestê di heman demê de berpirsiyariyek e. Di serî de li hemberî jinên ku ez bi wan re dimeşim berpirsiyarî ye. Ji bo nivîsandina dîroka me berpirsiyariyek e.” 


STENBOL