Pirtûka helbestan a Asya Xerzan a bi navê “Dengê Bêdengiyê” ji weşanên Sîtavê derket. Piştî Qirkirina Şengalê ya 3´ê Tebaxa 2014´an, dîmenan bandor li Asya Xerzan kir û kir ku helbesta xwe ya yekemîn ya bi navê “Berxika min” binivîse.

Huner di nav êşan de dikemile û dibe malê dinyayê. Gelên ku herî zêde êş dîtine di hin qadên hunerê de herî serketî ne jî, wekî muzîk û helbestê. Di warê muzîkê de Ermen, Cihû û Kurd xwedî stranên herî dilşewat in. Ji ber ku gelek caran bi qetlîaman re rû bi rû mane. Her wiha gelên dilşewitî di wêjeyê de jî herî zêde xwe bi helbestê ve girtiye û helbest bûye hêlîna van. Helbestkara jin Asya Xerzan a li Elmanyayê jî piştî Qirkirina Şengalê dest bi nivîsandina helbestan dike û piştî du salan helbestên xwe berhev dike û dike pirtûk.      


Min hew karibû

Asya serpêhatiya nivîsandina xwe ya helbestan wiha raberî me dike: “Rojek pir germ bû, ew sê hefte bûn ku ez li nexweşxanê bûm, pir nexweş bûm. Min li televîzyonê temaşê dikir ‘ew dîmen’ zarezara zarokan hewar hewara dayikan kal û pîrên belengaz ez ê qet wan dîmênan ji bîr nekim.”

Şengal bû, Kurdên Êzîdî bûn. Tebaxa 2014´an bû. Çavên keçeke sê salî şîn bûn mîna derya bêbinî, porê wê zere zêrînî gevolî, lêvên wê yên ji tîna keleroja Tebaxê zûwa bûbûn û zarokên ku ji tîna mirîbûn, dayikên ku zarokên xwe yên mirî li ser keviran dihiştin û ji ber tirsa hovên reş direviyan, ew roj bû ku min hew karibû di bêdengiyê de bimînim û min yekemîn helbesta xwe Tebaxa 2014’an bi navê ‘Berxika Min’ nivîsî.”


Jiyaneke tehmsar bû

Asya Xerzan li gel helbestkariya xwe him dayika sê zarokan e û him jî li xerîbiyê dijî. Li ser pirsa “di navbera xeribî û dayiktiyê de helbest di jiyana te de cihekî çawa dadigire?” divbêje, “Belê ez dayika sê kuran im û ji 30 salî zêdetir e ku li xerîbiyê dijîm. Li gorî min di navbera xerîbî û dayiktiyê de hesret û bêrîkirin heye. Hesreta Welat, bêrîkirina zarokatiyê. Her çiqas ku ez li welatekî Ewrûpayê di nav jiyaneke ‘rihet’ de mezin bûbim jî lê ew jiyaneke tehmsar bû. Min tehm jê negirt. Ji ber ku ez dizanim zarokên welatê min tî û birçî ne, hêviyên wan tên qurmiçandin û dilê min jî wek tîbûna keçika çavşîn a di bin keleroja Tebaxa 2014´an tî û birçî mabû, ez jî wisa tiyê ax av û kolanên zarokatiya xwe me.”



Helbestvana herî mezin dayîk e

Asya ji bo hebûna helbestkar û nivîskarên jin ya di wêjeya Kurdî de jî got; “ Ya rastî jin di xwezaya xwe de helbestvan in. Dihûnin. Bi lorîna li ber dergûşê dest pê dikin û diafirînin. Lê ev rastiya wan nayê dîtin. Jin çêdikin lê mêr dibêjin. Li dîroka wêjeya Kurdî binihêrin. Dêna xwe bidin stranên klasîk ên Kurdî. Ji Derwêşê Evdî heta bi Lawikê Metînî, ji Cembelî bigre heta Gênc Xelîl hemû ji aliyên jinan ve hatine çêkirin lê mêr dibêjin. Lewre niha hebûna helbestvan û nivîskarên jin ya di wêjeya Kurdî de ji bo min pir girîng e. Ew tê wateya serhildanê, tê wateya qebûlnekirina koletî zilm û desthilatdariya ku bi hezarên salan li ser jinê tê ferzkirin. Li hemberî derketina ku dil û evîna dilê jinê ku hatiye fetisandin, hatiye kuştin, hatiye qetilkirin, perçiqandin û qurmiçandin, tê wateya hewar û qîrîna dengê bêdengiyê. Kêfa min ji lorîna dayîkan re tê. Helbestvana herî mezin dayîk e. Ev mamosteya yekem a jiyanê ye. Niviskara Elman a jin Virginia Woolf dibêje: ‘Ti qefil û mifte nikarin rê li ber azadiya hiş û mêjiyê min bigire.’ Pir xweş û rast gotiye”


Ez ê di bêdengiyê de nemînim

Herî dawî jî Asya Xerzan li gel reaksiyon û bertêkên li derdorên wê û civaka Kurd wiha dipeyive: “Derdor û malbata min bi kar û xebatên min kêfxweş û serbilind in û piştgiriya min dikin.

Dengê Bêdengiyê berhema min a yekem e û ez ê di bêdengiye de nemînim.


İBRAHİM BULAK / NAVENDA NÛÇEYAN