Telefona wî dikim, dizanim tendirustiya wî ne baş e. Dengê wî dilerize, hilke-hilka wî ye. A rast ji piraniya gotinên wî fêm nakim. Di dawiyê de ji dil dikene û kêfxweş e bi sohbeta me. Ji ken û hêviya wî dilşa dibim û bi xwe re dibêjim: “Dê bi vê ruhiyetê zû rabe ser xwe û em ê dîsa hev du bibînin!”
Ji sala 2008'an ku ji bo cara pêşîn me hev nas kir, car bi car û bi kêmanî salê du caran li deverên cuda me hev didît. Carnan li Amed, Hewlêr û Mêrsînê, lê dîdara me ya dawiyê weke ya destpêkê li başûrê Kurdistanê û îcar li bajêrê me; di "Festîvala Soran" de pêk hat. Weke her carê li ser xwe, aram û tije ye... Dîsa sohbeta me germ e, li Amedê ji bo min, Şengul û Mirad behsa projeya anîna welat a navenda Pen a Kurd dike, li başûr û beriya vegerê bi dûr dirêjî behsa suîqesta li dijî xwe kir...
Gelek xewn û xeyalên "Pîrê Helbestê" hebûn, ku feleka malxirab rê neda bicîh bîne û dilê wî yê mezin li Ameda ku têde biryara jiyanê dabû, ji lêdanê ket. Mirina wî tevahiya dost, heval û kesên ku heta bo carekê jî ew dîtibûn di matmayîn û xemeke giran de hişt.
Min beriya salekê, hevpeyvînek bi mamoste Arjen Arî re çêkiribû ku bi kurtî di kovareke li başûr û bi zaraveya soranî hatibû weşandin. Gelek tiştên balkêş û bîr û ramanên kur di gotinên wî de veşartîne. Weke emanet û rêzgirtinek ji ked û mandîbûna wî ya salên dirêj ji bo edebiyata Kurdî, ez wê hevpeyvînê weke xwe diweşînim.

Ka em di serî de bizanîn helbest ji bo Arjen Arî tê çi wateyê?

Helbest bo min tê wateya xwepeydakirin, biserxweve-bûn û xwebûnê . Xwepeydakirin e helbest: Lê ruhê her mirovî di zimanê wî de veşartî ye . Bi ser xwevebûn e. Ji ber ku helbestvanê 'xwe'yê. Takekes bi her helbestê xwe zêde dike. Ji ber ku helbest reng û dengê herî neteweyî ye!

Peyam girîngiya helbest û helbestvan di nava civakekê de çi ye?

Peyama ragihîner a helbestvan di her civakê de li gorî rewş ango şert û mercên civakî, siyasî, aborî têne guhertin. Weke nimûne, ku em helbesta Kurdî bi bîr bînin û li ber çavan raxin, em ê bibînin ku ji Biraboz hata ku bigihe Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, ji Xanî heta ku bigihe Koyî û Cegerxwîn û ji hinda wan jî heta bigihe îro  peyama bingehîn û ragihîner a helbestkarên Kurd bindestiya Kurd e, hisreta welatekî ye, berzkirina hestên xwedîderkatina li xakê ye.
Ev kevnepeyam di tu serdeman de xilmet nabûye, bi helbesta her helbestkarê/a Kurd ta serxwebûnê bi guherînine kiçik ên şêweyî, nû û ji nû ve, di her qonaxê de derketiye pêşberî me.
Bi gotineke din; azadiya helbestkar û pê re azadiya helbesta Kurdî wisa dixuye ku raste rast bi azadiya civakê ve girêdayî ye.
Lewra helbest mîna duh, îro jî sewta qîra di gewriya civatê de ye.

Di hişyarkirina civakekê rola helbestvan heye?

Belê, helbestvan civak hişyar kiriye, hişyar dike.  Ku em hin helbestvanên mezin bi bîr bînin: Li Şîliyê Nerûda, Li kevne-Sovyetê Mayakovskî, li Filîstînê Mahmûd Derwîş, li Tirkiyeyê Nazim dê werehişê me.
Li Kurdisanê -bi taybet bo Bakûr- em du navên sereke dikarin yad bikin: Ehmedê Xanî, Cegerxwîn.
Ehmedê Xanî, piştî 350 salî hê jî di hişyarkirin û zexmkirina vîna neteweyî de rola xwe dilîze…Û jixwe: Cegerxwînê ku remzenavê xwe ji Mem û Zîna Ehmedê Xanî girtiye, bi xwe diyar dike ku peyrewê riya Xanî ye, ku dibêje:
Ne pêximberê me ne, Mezdek û Manî
Yek rêberê me heye Ehmedê Xanî!

Cegerxwînê ku di serdama xwe de û îro jî xwediyê gellek "derwêş" û "rapsod"an e, di helbesteke din a malikî/beytî wiha diristîne:
Milletê Kurd tu şiyar nabî heta kengê ne bes
Ê nexweş wa li dinê her tu tenê maye ne bes
….
Şûrê Şêrgoh gûrzê Ristem ger li meydan bêne der
Dê di bin lingên te dijmin, her bimînî wek teres
Ey Cegerxwîn Ehmedê Xanî bi naqosa mezin
Kurd ne kir hişyar, bo çi wer dinalî wek ceres


Helbestvan pêwîste çi qonaxan derbas bike da ku bigehije asta nûjeniyê?

Wekî helbestva neteweyên din helbesta Kurd jî ji qonaxa 'gelerî' darbasî ya 'kilasîk', ji ya 'kilasîk' jî derbasî ya 'nûjen' bûye. Weke destnîşankirinekê; qonaxa klasîk a helbesta Kurdî wekî wext/mawe/dem ji ya derûdorê (ya Ereb, Faris,Tirk) dirêjtir e.
Lê li vir cihê pirsê ye: Em ji têgeha nûjenî/nûjentiyê çi fêm dikin?  Piştî dîwana Mellayê Cizîrî, Mesnewiya Kurdî Mem û Zîn ne nûjentiyek e? Her helbestkar bi qasî vejînerê nûjentiya di helbestê de ye, ew di heman demê de ne hemûyê"/timamiyê helbest û helbestkarên berî xwe ye? Bi baweriya min, qonaxên ku civak tê re derbas dibe helbest bi xwe jî wan qonaxan dibûre, li dû xwe dihêle û berê xwe dide qonaxên nû.  Ev qonaxbirîn bi qasî ku di bin karteka rûdanên wêjeyî-derveyî de diqewime û pê re şêwe û tahm û temayê werdigire,  evçend bi hêza jiyana navxweyî ya liv û tevgerên nûxwaz ên helbestî/wêjeyî ve têkildar e.  Lewra jî  serîhildêriya helbestkar a li şêwe û navaroka kevn, serîhildana li hemberî hemû kevnitiyan e.

Mirov dikare pêvajoya serhildana helbesta nû li bakurê Kurdistanê çawa destnişan bike?

Heta salên 1975'an helbesta klasîk di rewacê de ye li Bakûr.  Pêla ekola şairên Hawarê rakirî, bi saya helbesta Cegerxwîn digihe Bakûr.  Wan deman navê Gurdîlî li hin cihan bêt bihîstin jî, bi helbesta "Pîra Torê, Kîme Ez, Ey heval Robson Cegerxwîn ê aldar û serkêşê vê helbestê.  Helbesta nû li Bakûr di bin karteka helbesta nûjen a Tirkî – bi taybetî di bin karteka helbestkarên esil Kurd ên bi Tirkî dinivîsin- de di nava lixwegerînê de ye. Edo Dêran yek ji wan kesan be jî: helbestkarê ku di bin karteka helbestkarên Tirkî ên wê demê Nazim Hîkmet û Ahmed Arîf ê Kurd de nemabe û helbesta xwe di bin bandora helbestkariya wan de lê nekiribe hema hema nîne.
Helbesta nû ya ku meriv ji hêla naverok-tema, rist, avakerina rist, ristesazî, bendsaziyê, deng-newa û harmoniya hûndirîn ve dikare bibibêje nû ye bi weşandina kovara Tîrêjê û dîwana Rojen Barnas li qada helbestê li Bakûr deng vedide.  Lêbelê, bi darbaya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî ev raperîna wêjeyî/helbestî ya nûjen a ku bi helbestkar Rojên Barnas, Berken Bereh, Mem Ronga: Malmîsanij û Q. Dara (Arjen Arî) re li dû afirandina helbesta Bakûr e mixabin bi dersînorbûna helbestkarên xwe re lawaz û nîvçe dimîne.  Jixwe heta salên 1990  weşandina kovara Rewşenê deng ji kemîn û hêşargehên helbestê tête birrîn.
Bi weşana kovara Rewşen û dîwana helbestkar Rênas Jiyan "Janya" re zimanê helbesta kerr dilive û bi helbestên Kawa Nemir, Lal Laleş, Îrfan Amîda, Rodî Zerya, Osmanê Memed, Cîhan Roj, Dost Çiyayî, Şêxmûs Sefer re rextê peyva Kurdî li bejna xwe radipêçe.  Ev tevgera helbestî a ku hê jî berdewam e ji nava xwe bi serkeşiya helbestkar Rênas Jiyan ekolekê jî tîne pê: Çirûskîzm!  Çirûskîzm, wekî "helbesta kêlîkê" jî dikare were binavkirin. Yek ji helbestkarên peyrewên vê ekolê Ehmed Ronîar e, ya din jî helbestakara jin Berçema Mişrîtan e.

Ligor we mercên nûxwazî û hevçerxbûnê di helbesta Kurdî de çi ne?

Şêwevegotineke helbest! Şêwevegotineke bi qîrîn an jî bi hêmin-narînî derkirina hest û bîr û hizrê. Li gel hest û dilînan, xewn û hizr û xeyalên mirovên ku li ser axekê dijîn û li dû heman dahatûyê hêviyên xwedî û mezin dikin, nêzî hev in: hetta meriv dikare bibêje yek in.  Evaya ne ji tuneyiya takesê/a serbixwe, bi heman zincîrê ji pabendkirina dest û piyên civakê tê.  Ji ber hindê xwediyê helbesta herî nûxwaz bi matmayîn û heyirîn, piştî 400 salên di ser re derbasbûyî îro guh li newaya helbesta Mela didêre:

Şox û şengê zuhre rengê
Awirên heybet pilingê
Dil ji min bir dil ji min


Ji vê mînakê ku ez lê zêde bikim; bo min her helbesta ku bixwînim an jî bibihîzim û pêre pêre bibêjim xweş e, ew helbest e nûxwaz, ew helbest hevçerx e.
Helbest naşibe vê peyvan pêşiyan: Kaya kevn nedêre. Her helbest di zimanê xwe de bi ziman û bêziman e.
Aliyên hunerî û teknîkî weke du aliyên serekî û berbiçav di helbesta nû de ne,  çi astî rengdana wan herdu aliyan di helbestên we de heye?
Belê…yanî şêwe û naverok. Ango kiras û binkiras. Ku ez li we û li xwe mikur werim: Min tu caran berê xwe neda gotina negotî, ya bi sêhr û bi efsûn.  Bo min girîngtirîn karkerî di helbestê de, ji peyvexişnî û qurretiyê wirvetir.  Ji rêzebûn, hesanbûn, xwerûbûn e.  Ji ber vêya jî dibêjim "şêwe, fesilandina kiras e li bejna helbestê". Û bi ser ve dikim: helbesta kevn nîn e, helbestkarên kevn hene.  Ez 'nûyek' im, 'kevnenûyek' im û heman demê de pirek im di navbera her du hêlan, helbesta klasîk û ya nûjen de. Ji vê ferasetê min bi girr û înad di gelek helbestên xwe de çarîn û bendên serbixwe li bejna helbesta Arjen Arî kirin.  Bi ya min ya min kirî 'rêveker'iyek e di helbesta nûjen û nûxaz de li Bakûr.
Pirsgirêka ziman nîne pirsgirêkên ku helbestvan  bi xwe re tînin û dikin pirsgirêka helbestê heye.

Dibêjin helbestvan dengvedana du cîhanan e, cîhanek ku jêre dibêjin rastî (Real) û hêviya cîhaneke din ku xeyal e…

Du cîhan du gerdûn…Her du jî bi hev ve bestî ne. Herdu hevûdu xwedî dikin.  Şair 'ducanî'yê! herdu dinyayan: ya der yanî ya reel/rasteqîn û ya hûndirîn e. Ev ducanîtî ji gonxarina ji dinyaya hûndirîn tê pê. Balam helbestvan her tiştî: her rûdanê, her bûyerê, her qewimînê bi alîkariya bîra jibîrbûyî weke hilmekê dikişîne hûndirê xwe, û wê, yanî reeliyê bi ava hest û dilînên xwe distirê, û "nanê ziman"ê xwe di tenûra dilînên xwe de dipehtîne.  Helbest: peyva herî dawerivandî, ji erqê dil, mişt hestên bi mêjî stiriya, sergovendgerê derbirîna dilînan . 

Hûn asta helbesta Kurdî li Bakur û Başûrê Kurdistanê çawa dibînin?

Li Bakûr helbestê qonaxa "berevan"iya rizgarî û azadiyê hê kuta nekiriye. Digel vê rastiyê, helbesta "ez", ya takekes jî di ber re ber re aj dide.  Yanî, êdî helbesta Bakûr ne helbesteke "koroyî" yekdeng û yek reng, weke dareke ji binê xwe/rehê xwe/qurmê xwe ve ji hev zêde bibe. Bi helbestên helbestkarê piştî Rewşenê: Welat Dilken, Ferzan Şêr, helbeskarên di zîndanê de Mizgîn Ronak, Zekî Kayar: Bi ya ji zîndanê derketî Fatma Savcî.. û yên li der: Dilber Hêma,Ehmeda Ronîar, Berçema û Gulîzer re hem dengekî mê û jinane hem jî asteke ku wergere zimanê biyanî û biyanî bi xwe jê tehm û çêjê werbigirin bi dest xistiye. Û êdî li Bakûr asta helbestkariya "bin bêjingê" û "ser bêjingê" diyar e.  Yê/ya ku nekarî helbesta xwe li ber bayê zemên bidêre, an dev ji helbestê berda bi yek carî an jî berê da beyarên çîrokê û cerebeyên din.
Li Başûr li gorî çavdêriya min, destpêka helbesta nûjen bi ristşikandina helbesta klasîk re dikeve nava lêgerîna li "nûjeniyê".  Ev lêgerîn bi "ser-ve-bûnê" ve bi encam dibe an na, weke pirs bila bimîne ji rexnegirê helsingîner ên helbesta Kurdî re.  Ya ku ezê li şîrove bikim ev e: Helbesta Başûr piştî sala 1988'an û paşê rûxandina pergala Baas li atmosfera Kurdîstan sê rê dane ber xwe. Yek, helbesta xwe daweşandina ji gûnehên bûyî. Dido, helbesta di duhî de asê mayî. Sisê  helbesta "sersam" a xwe ji civatê vederkirî.  Wekî nimûne, Dîwana Peşêw 'Birakujî' helbesta Celîlzade a bi navê 'Şehîd' helbestên xwe daweşandina ji gunehên bûyî ne.  Ji temayê bêhtir, wekî duh îro jî yekdengî, hemannewa, heman xwendina helbesta Başûr bala min dikêşe.. 


Li ku derê cesareta nivîsandinê namîne? 
Ji nemana cesareta/wêrekiya nivîsandinê mijara gotinê ye. Wekî pêyva Mayakovskî, "peyv qediya…dor a çekê ye". Li aliyê nivîskar jî carinan nivîs an pênûs lawaz û bêhêz dimîne di xwederkirinê de!  Digel ku her behrem, her nivîs, her helbest daxuyaniyek e, manîfestoyek e tişta ku nayê gotin ango nayên ziman jî hene di her berhemê de.
Em vêya bi navê "xwesansurkina bêhemd" dikarin pênase bikin. Nivîskarê ku ji her kesî bêhtir qala azadiyê dike û azadiyê/azadiyan derdixe pêş,ew bi xwe jî -carinan be jî – xwe ne azad hîs dike. Ev cure xwe hîskirin carina dibe sedemê "qîrîneke" ku her kes ne li bendê. Ji ber vî derûnê têkel min pêdivî bi lêkirina helbesta 'Kokteyl', "Şeva Camên Şikestî' û 'Efendîno' dît.

Efendîno
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe postalên xwe û şivqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tenq, top, tiveng, teyare…
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî :
hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kuçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…
hûn ê biçin
hûn ê pişta stûyê xwe bixurînin û biçin
hûn ê biniçniçin û hûn ê biçin!
biçin: berî kuç û kevir di we werbin
biçin: berî ku dayikên kitansipî tû bikin ser çavên we
û hêj ku agir vêneketiye j" agir:
hima niha, vê kêlîkê, ji vir
rahijin teşkên xwe
û biqeşitin ji vir, efendîno!
hûnê biçin efendîno, hûnê biçin
berî ku hûn bisekitin se se
hima rahijin teşkên xwe
û
biqeşitin!


Raya we derbarê rexneya wêjeya Kurdî  de çi ye û hûn di navbera rexneya klasîk û modern de çi cûdabûne dibînin?

Beriya her tiştî ez helbestkarek im. Lê wekî her helbestkarê li ser rûyê gerdûnê, demên dawî 'rêwitiya' min a dûdirêj a li ser riya helbestê, çenekî dageriya evrazên din ên wêjeyê û berê xwe da zeviyên çîrokê, pal û qontarên gotaran. Pevremana min û helbestê ne 'zewaceke bêdil bû' û ji ber hindê destê min ji zû bi zû ji helbestê nebû.  Lê di vê rêwitiya 30 salên xitim de, mixabin dostek, dijminek ranebû û rêrexneyek aresteyî min nekir ji bilî hêja Remazan Alan.  Rexne, rexneya bi rê û rêbazên zanista wêjeyî, rexneya bi wijdan, rexneya ne "kujer" ne jî "berzker", rexneya ji hêla berhem û nivîskar ve mafspartker weke her wêjeyê pêdiviya wêjeya Kurdî ye jî.  Neyina rexneya wêjeyî nîşanî me dide ka Kurd çendî nêzî zimanê xwe, wêjeya xwe ne.  Divê em ji bîr nekin ku her wêje li ser axa xwe, di nava civaka xwe de geş û gurr dibe.
Rexne hebe nebe, bi baweriya min du zilm li berhem û nivîskarên Kurd dibe:
1. Kurd hê jî kerr û lal in, ango analfabet in li hemberî wêjeya xwe.
2. Digel ku ji her zimanî berhem werdigerin Kurdî, Kurdî wernegere zimanekî din.
Heta niha bûbe jî ev yek di ser pêwendiyên " dest dest dişo, dest vedigere rû dişo" re pêk hatine.  Weşanxane û derdorên "hefsarê hespê wêjeyê" di destê wan de, bi qasî pirojeyên Kurdîkirina berhemên Îngilîzî, Tirkî, Erebî  divê berê xwe bidin Îngilîzîkirin, Tirkîkirin, Erebîkirina berhemên Kurdî jî!

Wêjeya Kurdî di çi astê de ye? Gelo Kurd dikarin di paşerojê de xwedî  wpêşrev û nû bin, bi awayekî ku gelên din jî bikaribin jê sûd werbigirin?
Wêjeya Kurdî – çi devkî çi nivîskî, çi klasîk çi hevçerx- wêjeyeke wisa ye hêjayî wergere 72 zimanên dinyayê.  Heta wernegere zimanên din, biyanî dê çawa bizanibin ku Kurdan evçend ji azadiyê hez kirine. Dê çawa bizanin ku di hilma dawî de fîşeka dawî bo cênîka xwe hiştine? Dê çawa bi ser ve bin ku Kurd wisa dil dane wilsa dil dane axa xwe: evîna Mem Zîn be, ew jî  evîndarên vê xakê di hembêza wê de zarok zarok nivîstine?
Çima na? Û bo çi na? Niha jî Tirk piştî evqas xwîn û rûxîn û qiriktahliyê dixwazin wêjeya Kurdî nas bikin. Lê mixabin tevahiya Tirkan wekî nivîskarekî ji Memed Uzun pê ve kesekî nas nakin? Û deh Tirk nizanin ku Hecî Qadirê Koyî li Stenbolê jiyaye û li wir çûye rehmetê?
Ya ku hûn dipirsin û bi min re daxwaza we ye jî, rasterast bi gotina Xanî ve girêdayî ye:
Şûrê hunera me bête danîn
Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bı bînıtın îlacê
Ilmê me bibînitin rewacê?
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennuwazek,
Neqdê me dibû bi sîkke meskûk
Ne"dma wehe bê rewac û meşkûk
Her çendî ku xalis û temîz in
Neqdern-i bi sîkkeyê ezîz in


Madem wisaye ji bo geşeya wêjeya Kurdî pêwîste çi bê kirin?

Yek kes tiştekî neke jî her nivîskar ji hindama xwe de bi berhemên bi vî zimanî dewlemendiya vê wêjeyê dewlemendtir dike.  Gotineke pêşiyan heye: Ger tu nezanî, feke cîranî"!
Kurd, desthelata Kurd, rêxistinên Kurd û dezgeh û saziyên ku "porê xwe bi ser wêje û zimanê Kurdî de kurr dikin". Dikarin ji ezmûn û serboriya cîranên xwe sûde werbigirin.  Wekî mînak; wêjekarên ku mil dan damezrandina Komara Tirkiyeyê, piştî damezrandinê bêwestan û bêwehêsan berhem dan zimanê tirkî, û werger kirin ji wêjeya frensî.  Kurd wekî pêngava ewil dikarin kampanyaya xwendina berhemên bi Kurdî teşwîk bikin. Ev kar jî karê 'desthelatê' ye!  "Herêmî" be jîdesthelatek heye!   


Ligor hîn kesan ger naveroka helbestan xwedî soza netewayetî û rihê welatperweriyê nebin helbestvan nayê hesibandin, raya we li ser vê mijarê çi ye?
Di destpêkê de me got, helbestvanreng û dengê herî neteweyî ye.  Ev taybetî an go xweserbûn nabe sedemê ku helbestkar tenê û hev di "kunekê" de li bilûra helbestê bide. Bergeha helbestê fêrewan e .Asoya wê bilind û berz e. Seqaya wê ricifok û lerizok e.  Lê me bivê nevê, helbestkarin, mîna Ehmedê Xanî, Yûsiv Dildar, Cegerxwîn hene ku bi helebestên xwe yên neteweyî têne naskirin.  Ev naskirin 'kêmnaskirinek'e.  Ez ji Cegerxwîn re dibêjim Seydayê Evîn û Birînê!  Çawa ku "Şev çû" "evîna" her kesî ye, "Kîme Ez" jî "birîna" her kesî ye.

Em bêne ser pêvajoya helebestvanî û nivîskariya Arjen Arî û ji zarê wî bibihîzin ka çawa destpêkir û heya kuderê wê dom bike?

Di dibistana navîn de bi xwendina helbestekê pê hesiyam ku kurmê helbestkariyê dilive di hest û dilînên min de. Wekî pirrê nivîskar û helbestkarên Bakûrî min jî bi zimanê serdestan/dagirkeran, bi Ttirkî dest bi lêkirina helbestê kir.  Helbestên min ên bi Tirkî di destserkirinekê de ketin destên polêsan û ta niha nizanim bê çibû ji wan.  Hê wê demê, wê çaxa ku min bi Tirkî dinivîsand jî di nava helbestên bi Tîrkî de çar pênç helbestên bi Kurdî jî hebûn.  Vê dawiyê, piştî girtina di sala 1976an de û di rêwitiyekê de gotina/pirsa Mûsa Anter " ma tu jî lawo?" min destê xwe ji Tirkî şûşt.  Helbesta min cara yekem di belevokekê de belav bû û wekî helbest cara ewil di kovara Tîrêj de bi navê Q. Dara çap bû.
Çaxê ku li dû xwe dinêrim, dibînim ku 30 sal e ez û helbestê bi hev re dijîn. Lê wisa dixuye ez ne helbestkarekî berhemdar im, ku ta niha tenê 6 dîwanên min çap bûne. Vê dawiyê, yanî piştî "toqa helbestkariyê" min berê xwe da çîrokê. Îsal bi berhama bi navê "Bîhoka Li Pişt Sînor" min xwest bikevim qada çîrokkariya bi Kurdî.. Wekî ku nêzenasên min dizanin: Ji sala 2003'yê ve bi helbest û nivîsên xwe ji hêlekê de beşdarî kovarên li Başûr: Peyv, Nûbûn, Karwan û rojnameyên Evro, Çira, Çawdêr, Aso dibim. Li layê din her heftî di Azadiya Welat/Yenî Ozgur Polîtîka de dinivîsim û carinan jî di malpera Diyarneme û AmîdaKurd e…  Rêwîtiya li ser riya wêjeyê rêwitiyeke dirêj û domdar e.  Hinek nivîskar berhemekê didin, hinek wekî Nerûda 40-50 berhemî.   Sê xebatên ku dixwazim biqedînim û paşê bibêjim, 'merheba mirin', hene: "Rojnûska Serhildana Şêx". Xebatên li dor helbesta Cegerxwîn, "Homerosê Hemdem". "Bîranînên Mînîmal" û di ber re helbest û babatên ku ji min re dibêjin "min/me jî bike mijara nivîsekê"

DÊRSIM OREMAR / ANF/SORAN