Bandora ku helbest li ser hiş, raman û hestên mirovan dike mezin e. Pêşengiya helbestê di guhartina jiyanê mirovan de û di pêşxistina civakan de ji dîroka wê ya dûr û dirêj tê. Mirovan ev amûra pêşxistinê bi gelek riyên cuda bikar anîne. Ji ber wê sedemê bandora wê li ser derûniya mirov û civakan çêbûye. 

Mala ku helbest neketiye û mêjiyê bandora xwe lê nekirî nîne. Mirov dikarin bêjin, ‘‘ez ji helbestê hez nakim.’’ Lê nikarin bêjin, ‘‘têkiliya min bi helbestê re çê nebûye û bandora helbestê li ser min çê nebûye.’’ Mirov bê ku zanibin, bi bihîstina qewl, stran, qasîd, sirûd û gotinên pêşiyan têkildar dibin. Di van hemûyan de hêmanên derûniya zimanê helbestê, wateya bûyeran û hostatiya gotinê heye. Li hemû welatên cîhanê, destan û helbest wergerandina ser muzikê û mirovan li wan guhdar kirine. 

Gelek berhemên şano û mînakên xîtabê, heta gelek curên çîrok û romanan jî bi şêwê derbirîna helbestê ne. Ji ber vê dixwazin xwendevanê helbestê bin, an nexwendevan bin têkiliyên her kesî bi helbestê re bûye û helbestê bandora xwe li wan kiriye. 

Heta îro ramyar, zanyar, helbestvan û nivîskarên ku ji bo têgihiştina bandora helbestê ya li ser guhdar û xwendevanan, nivîsîne û kar kirine, dibêjin bandora helbestê li ser herkesî bûye. 

Zanyarên helbestê bi giştî gihana wê encamê ku pêwîstiya helbestvan bi kûrbûna hunandina hunermendiya helbestê heye. Di helbestê de bikaranîna peyvê û afirandina xeyalê dike ku bandorê li mirov bike. 

Helbestvan qîma xwe bi xeyal û gotinê bi tenê nayîne, wan ji nû ve diafirîne. Di nav çarçoveke xweşik de datîne ber çavên me û wan digihîninê hemû mirovan. Hebûna xeyalê di helbestê de tişteke û bikaranîna wê tiştekî din e. Helbestvan, berhema hunerê ne ji rastiya cisiman tenê çêdikin. Rastiyê bi xeyal û gotinên xweşik ava dikin. Bi vê rê yê xeyal û gotinê dikin amûrên xweşikiya mirovan û cîhanê. Xeyala herkesî heye, lê herkes nikarin xeyala xwe di peyvê de bikar bînin û pêşkêşî mirovan bikin. 

O. Wîlde dibêje, ’’ti hunermendên mezin, ti tiştên der û dora xwe mîna ku heye nabînin, heke wan wisa bidîtana, ew nedibûn hunermand.’’ 

Helbestvanên serkeftî ew kesên ku her tiştên dibînin wateyekî didinê, raman û hestên xwe li wan dikin û paşê datînine ber mirovan. Helbestvan bi mebesta bandorê li ser hest û ramanên mirovan çêkin helbestê dinivîsin. Bi kakilka peyvê, bala guhdar û xwendevan dikişînin ser tiştên ku dixwazin nîşan bidin. 

Helbestvanên serkeftî ji bo çi dinivîsin bi çi rêbazê bi çi ritim û ahengê helbesta xwe dinivîsin dizanin û bi wê zanîne pêşkêşî guhdar û xwendevanên helbestê dikin. Helbestvanên ku mirovan ji tirsa hest û ramanên teng dûr bikin û xwendevanên xwe li bilindiya ramanê û li bêbiniya okyanosê hestê bigerinin serkeftî ne. 

Helbestvanên ku peyvê bi hostatî bi kar tînin, guhdar û xwendevanên xwe li nav pêlên helbestê tînine coşê. Xweşî, başî û hêjayiya cîhanê ji nehîniyên (sir) kaniyên dûrî çavan diherikênin û nîşan didin. 

Weke Pablo Neruda jî dibêje, “helbest amûra veguhartin û bi pêş ve birina nêrînên mirov e.” 

Bandora helbestê di pêşxistina bîra mirovan de mezin e. Li hemû çaxan, stran, qasîde û helbest an bi dev, an bi nivîskî jiyane. Ji her çand û civakê re helbest biqasî ziman rola pêşxistinê leyîstiye. Li vir ya pêwîst ew e ku ne tenê veguhartinên siyasî, hemû guhartinên civakî di hestên mirov de çêdike. Ji roja ku mirovan xwe weke mirov naskirî ve, helbest di mêjiyê mirovan de pêşengiya veguhartinê dike. Mirovan felsefa xwe bi peyvên helbestê gotine. Qewl, beyt, eyatên olî û zargotinên xwe bi şêweyê helbestê gotine. Helbest ji xwe re kirine gotinên sehrê, bi devê xwedayên xwe bi şêwê helbestwarî peyam dane. Yanî ji bo veguhartin û pêşvebirinê helbest ji xwe re kirine amûra yekemîn. Mînake balkêş di yek ji olên kevnên cîhanê, ola kurdên Êzîdî de em dibînin. Qewlê afirandina dinyayê bi şêwê helbestê hatiye nivîsandin û heta roja me hatiye. 

“Ya Rebî dinya hebû tarî 

Tê da tunebûn mişk û marî 

Te zindî kir taze halî 

Çû nema gul jê barî 

Ya Rebî tu hostayê kerîmî 

Te vekir rê û berba tarî 

Tu hostayê her tiştî 

Behuşt çêkir renge bî 

Erd û asîman tunebûn 

Dinya fireh bê bin bû 

Te xek saz kir… “

Ev qewlê afirandina dinyayê baştir bandora helbestê ya li ser hiş û bîra mirov nîşanî me dike. Mirovan, hem niyazên xwe û hem dîroka xwe bi helbestê gotine û hem lehengiyên xwe bi şêwe destanî bi riya helbestê ji nivşekî derbasî nivşê din kirine.