Helbestvan, helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina hest û ramana civakan. Cîhana xwe bi xwendevan re parve dikin. Bi şêweyekî din bêjim, helbest cîhana lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal, hizir û ramanê ye. Raste helbest huner e, lê biqasî hunerbûna xwe, amûra ragihandina hewcedarî ya jiyanê ye jî. Ew wijdana hevpariya civatê ye. Di helbestê de afirandina lihevparkirina hest, xeyal û ramanê heye. 

Ev jî yek ji berhemên herî hêja ye ku mirovan afirandiye. Êş û şadî, lihevparkirin, taybetmendiyek e ku tenê bi mirovan re heye. Nexasim, kesên ku pêdivî bi alîkariyê dîtine û alîkarî girtine, bi vê çêjê baştir dizanin. Ev jî bi riya helbestan, çîrokan, romanan, semîneran û konfarasan hatine ziman. Di destê mirovan de di serî de yanî berî çîrok, roman, semîner û konfarasan peyde bikin, tenê amûra ragihandina giştî helbest hebû. Bi rêya helbestê êş û şadiyên xwe ji hev re digotin. Di civatan de hinan digot û hinan jî li wan guhdarî dikir. Bi vî awayî mirovan gelek caran ew şerbeta xweş vedixwar. Ji destpêka ciwaniya mirovahiyê û heta vê gavê, mirovan nekariye li hemberî vê evîna hêja rawestin ku xemgînî û bexteweriyên xwe nebêjin. 

Ji roja ku mirovan hest, pêhesîn, xeyal û ramanên xwe gotî ve, ev evîna parvekirina êş û şadiyan, wan li peyî xwe digerîne. 

Roman Jakobson di nirxandina hevpariya helbestê de dibêje, "ne Macha tenê jankêşê evîna têkçûyî bû, ew êş a gelekan e." 

Dibe ku helbestvan evîna xwe ya têkçûyî tînin ziman. Lê em baş dizanin di nav civatê de pirr kesên ku evîna wan têkçûyî hene. Ev kes para xwe di helbesta evîna têkçûyî de dibînin. Ji ber ku ew nikarin têkçûna evîna xwe bibêjin, bi zimanê helbestvanan, êşa evîna xwe tînin ziman. 

Hin jî ji ber ku nikarin êş û şadiyên xwe bînin ziman wiha dibêjin, "Heke ez zehmetî, kul û serpêhatiyên xwe vebêjim, hûn ji guhên xwe bawer nakin û bi mercên jiyanê ve girênadin." Ev gotin destpêka gotina her kesê zehmetî kişandî, derdê evînê dîtî, yan ji welatê xwe derbiderbûyî ye. 

Hin kes jî di kêliyên bexteweriyê de wisa dibêjin, "Ax, ax ez wisa şad im, wisa şad im, ez nizanim ji te re çawa bibêjim." Bi van gotinan dixwazin derd û dilxweşiyên xwe ji yên pêşberî xwe re bibêjin. Ev kesên şad yan jî jankêş weke yên li pêşberî xwe êş û şadîzan in. Ew dixwazin dilên xwe vekin li yê pêşberî xwe û bi vî rengî şewata dilê xwe hênik bikin. Êş û şadî lihevparkirin, ne tiştekî xirab e û ne tawan e. 

Lê helbestvan jan û xweşiyên xwe bi rêya helbestê tînin ziman û ji herkesî re beyan dikin. Ev êş û bextewarî carinan yên helbestvanan bixwe ne, carinan jî yên civata giştî ne. Lê helbestvan van êş û bexteweriyên civatê yên xwe dibînin û di helbestên xwe de tînin ziman. Ji ber ku pirsgirêkên civatê tînin ziman û bala gel dikişînin ser pirsgirêkan, desthilatdar li pêş wan dibin asteng û destûrê nadin ku şîn û şadiyên gel bibêjin. Ev yek, ji bo nivîsa helbestê, agirê nava wan geştir dike, serê pênûs û zimanê wan tûjtir dike. Bi peyv û hevokên ku ji binhişînê wan difûrin û di helbestên xwe de bi cih dikin, dilê xwe hênik dikin. Lewra jî helbestvanan ji vegotina leza herika daxwaziya derd û şadiyan gavên xwe bi paş ve naavêjin. Li her fersendê, şîrînî yan tahliyên xwe, di helbestên xwe de bi cih dikin û vedibêjin. 

Ji ber ku helbestvan, hemû aliyên jiyanê ji xwe re dike mijar û bi civatê re parve dike. Tê gotin, helbest ew huner e ku herkes êş û şadiyên xwe di nav de dibînê. Helbest hunerek e ku bi zîrekiya helbestvanan, li ser gelek bûyeran tê avakirin û dibe wijdanê hevpar. Ji bo wê, kesên ku nikarin vekirî evîna ji agir, şerm û tirsê yan kovanên xwe bibêjin bi devê helbestvanan dipeyivin û bi derdorên xwe re parve dikin. Bi rêya parvekirinê mirov ji êş û şadiyên xwe kêm be jî rizgar dibin. 

Vê vegotinê gelek caran serê helbestvanan kiriye belayê jî, lê helbestvanan serî netewandiye. 

Ji çaxên bihurî û heta vê demê, hevparkirina şîn û şadiyan, qeyîka helbestvanan ji bahozan rizgar kiriye û hezkirina hevparkirinê qeyîka wan meşandiye. Giovanni Boccaccio, li ser vê mijarê dibêje, "Êş li hev parkirin taybetmendiyeke tevgera mirovan e"… Ew êş û şadiyên ku dema pêşî mirov bi zehmetî xwe li ber digire, piştî li hev parkirinê, dibin bibîranînên şîrîn. Bi rêya parvekirinê, mirov ji êş û şadiyên xwe çêjê werdigirin. 

Piştî ku êş û şadiyên xwe parve dikin, kêm be jî xwe ji bandora wan rizgar dikin û xwe azad dibînin. Helbestvan bi îmkanên xwe yên kêm jî, çi ji destên wan bê, dixwazin bikin. Tiştên ku ji parvekirinê digirin, ji bo ku bi paş ve bidin, kar dikin.