Helbest xwe dide nivîsandin an helbestvan helbestê dinivîsin? Ev pirs ji gelek hostayên helbestê hatiye pirsîn. Ji Octavio Paz pirs dikin; “Helbest çi ye?” weha bersivê dide; “danasîna helbestê xetereke mezin e, di rastiyê de helbest nîne, helbestvan hene.” 

Lê yekî din jî, bi hêsanî dikare bibêjê helbestvan tine, helbest heye. Shelley dibêje, “Helbest di nava we de tinebe, hûn wê li ti derên din nabînin.” 

Ji ber ku mirov xwedî raman e, hestyar e, dihizire, xeyal dike, dikene, digirî û dixwaze paşerojê plan bike, di nava her kesî de helbest heye. Nêrîna Shelley ji min re rast tê, helbest, di helbestvan de ye. Hin kes wê dibînin, hin nabînin. Yên wê hestê dibînin û wê dinivîsin dibin helbestvan. Ew çirûskê di nava xwe de digihînin û paşê tînin. Çawa ku hêk di nava mirîşkê de digihe û mirîşk nikare wê neke, dema di nava helbestvan de jî helbesta wî/ê gihişt û xwest were, helbestvan nikare wê neyîne. Lê ji anîna hêkê re hostatî û hestdariya helbestvanan pêwîst e. Da ku tiştê di nava wan de dilebite zanibin bikine helbest. Ev xisûsiyet bi wan re nebin, ew dibine weke kesên din ên ku di dema lebita êş û janan de yan digirîn, yan jî bi mey vexwarinê dixwazin êş û janên xwe ji bîr bikin. Yan jî weke kesên ku demên şadî di nava wan de dilebitin, bi ken derbas dikin û nizanin wan bikine helbest. 

Helbestvan hostayê girtina hestên ku di nava wan de dilebitê ne. Ya herî girîng ew e ku zanibin lebita hestê bi zimanê helbestê bînin ziman. 

Çerkezê Reş derbarê hatina helbestê de dibêje, “Ez texmîn dikim wekî hîsek têne min û tiştek heye, lê tiştekî berdest tine ye. Pêşî gotinek di serê min de diçe û tê, piştre jî ew gotin ji nişke ve dibe rêzek, ev rêz ji nişke ve rêzeke din tîne, bi vî awayî hew dibînim ku ez dinivîsim…” 

Hinek jî dibêjin ku helbest bêyî ku ew zanibin di nava wan de digihe û tê. Gihîn û hatin tiştek e, lê hest wergerandina helbestê tiştekî din e. Hin kes hatina hestan bi ax û ofan û hin kes jî, bi çepik û ken dikujin. Helbestvan dizanin, hest kengî tên û çawa wan binivîsin. 

Ahmed Şamlu yek ji wan kesên ku serkêşiya helbesta hemdem a Îranê kiriye, di vê biwarê de dibêje, “Helbest bêbalkêşiya min, di nava min de haveyna xwe digere, laşê xwe dibîne, kamil dibe, mîna fêkiyekî gihayî dikeve û tê… Ti demê min peymana ku tiştekî binivîsim nedaye. Bi tenê pêwîstiya nivîsandinê hîs dikim û ev kêlî jî, dema ku helbest di nava min de digihe ye”… 

Hin kes jî vê pirsê dipirsin, gelo hêjabûna helbestê îlham e, yan keda helbestvan e? Gelek gengeşî li ser rola îlhamê di helbesta hêja û nehêja de hatine kirin û hê jî têne kirin. Bi dîtina min, gotina helbesta hêja yan ne hêja ne rast e û divê em ji gotinên wisa dûr bikevin. Helbesteke ku yekî/ê nivîsand, ti kes nikare ji hêja yan nehêjahiya wê re biryarê bide. Tiştekî wisa gelo dibe ku mirov bibêje, di vê yan di wê çarçovê de pêwîst e helbest were nivîsandin? Mebesta min helbesta nûjen e. Ez bawer nakim saziyeke ku biryarê bide, hebe. Helbestvan jî nakevine nav hestên wisa ka çawa dikarin helbesteke hêja binivîsin. Ji ber ku hemû helbestên dinivîsin li ber dilên wan hêjan e. Ji bo ku helbest karê hest û ramana wê kêliyê ye. Rast e, demeke dirêj kar li ser hunandin, rêstin, form û naveroka helbestê tê kirin. Lê di bingehê de helbest, raman û hestên kêliya pêşîn e. 

Hin kes helbestên hêja wisa didine nasîn, “Helbestên ku di nava xwe de arişiyê (manewî) dihewênin ji mirovan re asoyên nû vedikin û hezkirina jiyanê zêde dikin hêja ne”. Hin kes jî dibêjin, “Helbesta ku ji îlhama helbestvan be, hêja ye”. Yên din dibêjin, “Helbestvan çiqasî kedê bidin, ewqasî helbesta wan dibe helbesteke hêja.” 

Ez dibêjim, mirov nikarê bibêje, ev helbestên hêja û ev nehêja ne. Bi tenê mirov dikare li aliyên wan yê hunerî binêre, bê huner heye yan tine ye û nirxandineke hunerî bike. 

Li gorî min her helbesta hatî nivîsandin hêja ye. Ji bo ku heta ew hestên xweşik ji dilê mirov têne ziman, kedeke mezin pêwîst e. 

Ji ber ku bi xwendina helbestê re mirov ji rewşa wê kêliyê dûr dikeve û diçe nav deryaya hestan. Mîna ava ku bê asteng diherike, bêyî ku giyanê mirov biêşîne bi awayekî nazik mirov dibe nav cîhana xwe. Helbest bûyerên hemdema nivîskar nîşan dide, bi sedsalan tê xwendin û xwe dide xwendin. Li ser hêjabûn û nehêjahiya helbestê bi tene dîrok dikarê biryarê bide. 

Ji ber wê divê helbestvan vî aliyê zehmet bibînin û dengê henasa dema xwe bigihînine civatên ku li pey wan tên.