Di navbera helbest û hestê de û di navbera hest û ristê de meydaneke pevgirêdanê heye ku serketîbûna wê ne tenê di ahenga hest û ristê de, lê belê di jêhatîbûna danîna peyvan, rîtmeke ahengî ya rewanbêjiyê, xurtî û dewlemendiya gotin û peyvan, estetîkeke ahenga deng, reng, îmaj û maneyê û helbet peywendeke diyar a mijarê ye. Her kes li ser vê yekê li hev nake helbet. Carinan û her diçe ev carinan erda xwe li nav meydana têgihiştina serketîbûna hellbestê fireh dike, bikaranîna îmajan diyarker tê dîtin.

Rastî hingê ew meraq û telaş bi laşê min digire, gelo bikaranîna îmajan “hema wilo” dikare bike ku em hez ji helbestekê bikin, yan jî wê serketî binirxînin? Û bi ser de jî bi xurtiya xwe gelek caran nikaribin bi eqarê “Lo lo siwaro heyran, ez ê ne li vir im, lo ez ê ne li wê me, ez ê baraneke hûr im lo tevlî bê me, ez ê ewrekî reş û tarî me lo li ser behrê me” jî bikevin!

Ez bawer dikim di helbesta Nalî de, dema dibêje:

Ger muxeyyer bim lê nêwan beheşt û weslî to

Weslî to bo min cehennem pirr le cenet namewê

Kes nîne bibêje, ev helbesteke ne serketî ye, lewma estetîka wezn û qafiyê, îmajeke xurt a ravekirina evînê û êşa wê û bicihkirina vê beytê di nava helbesteke ji serî heta binî rave dike çawa evîn tesîrê li can û bedenê mirovî dike, peywenda xwe ya mijarê jî xurt dike. Lê ne tenê ev helbestên çêyên meydana edeba kalsîka Kurdî, di sedema modern a edeba Kurdî de jî navên mîna Abdula Goran, Arjen Arî, Şêrko Bêkes û Ahmedê Hiseynî hene.

Lê gelo, dema ez ji we neçêtirê hanê, binivîsim:

Artêşa siwariyên efsûnî

di teyisîna çavên tirsa te de

di şihîniya hespên barkêşê stema xwe de

li ber lingê tenêtiya te dişikest*

ma hingê min ê helbesteke serketî nivîsî be? Helbet na! Rast e ku helbest ne mîna pexşanê û şahesera wê romanê bi aqilekî xurt ê hunandina çîrokê û bêguman tesewirkirina wê dikare were pîvan. Pîvana helbestê divê ne ev be, lê nabe hema wisa bi navê “îmajan” ji gotinên li hev siwarkirî yên zelûl helbst werin çêkirin; gerçî dibe, lê nabe ku ev “helbestên” hanê wekî serketî werin nirxandin. 

Yan jî divê serketîbûna wan û pîvanê serketîbûna wan di warê huner û estetîkê de bê minaqeşekirin, da ku nezanên mîna min jî têbigihin li ser çi têgeh û bingehê ev helbestên hanê serketî ne. Naxwe, helbesta modern a serketî jî heye û ya neserketî jî, ne ku tenê divê helbesta xwedî rêûresmeke rûniştî a kevin serketî ye. Ango dema Feysel Xiznewî dibêje, “Ez ji bilbilê xemgin re ne bihar im, Ji bûka çarîreş re ne guhar im, Ji konê şiniyê re ne sitûn im, Ji kalê poşman re ne qelûn im!” yan jî Arjen Arî dibêje, “ramûsan min veşartin li geliyekî

ew gelî yan ê Elî, yan jî li Cûdî”, ew ne tenê hin îmajan li hev siwar dikin, lê belê estetîka gotinê, xurtiya îmajê, ahenga hest û ristan û peywenda mijarê ji bîr nakin û bi hêsanî ji aliyê xwendevanên helbestê ve wekî serketî dikarin werin dîtin. Ew bi van aliyên xwe jixwe bivênevê serketî ne.

Çawa ku ew ristên destpêka strana “lo lo siwaro” serketî ne û guhdarên stranê bi wan ristan hayil li rewşeke xedar a şînê dibin, û êdî amade ne ku xwe li nav bûyerên dramatîk ên stranê bidin, divê îmajên helbestekê jî xwedî wezîfeyeke veşartî yan jî eşkere bin. Ango, bi ya min, divê ew îmaj bi kêra tiştekî werin, çi estetîk, çi mane û çi jî di warê ahenga helbestê de.


* Ev çênd rêzên hanê, min nivîsin di nava kar û barê rojnamevanî û wergêriyê de “hema wilo” ji bo bibe mînakek û ji ber ku min nexwest mînakekê ji gelek helbestên bi vî hawî yên çapbûyî bidin.