Weşanên Sor 9 kitêbên şair Arjen Arî, di setekê de kom kirin û ew çap kirin.

Weşanên Sor jixwe bêhtir bala xwe dide ser berhemên wêjeya Kurdî. Di vê setê de 9 kitêbên Arjen Arî yên ku berê weşanxaneyên cihê ew çap kirine, hene. Weşanên Sor bi çapkirina setê bi sedan helbestên Arjen Arî gihand xwîneran.

Set ji van dosyayan pêk tê: "Şêrgele, Ev Çiya Rûspî Ne, Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî, Erotîka, Çil Çarîn, Payîza Peyvê, Destana Kawa û Azhî Dehaq, 72 Nefî û Şi'ir û Sînor”

Set wê li pirtûkxaneyan karibe bê peydakirin û li ser dezgeha Weşanên Sor li Fuara Pirtûkan a Amedê jî ew ê bê firotin.

 

 AMED